Dosya

Charles Lieber şewba Korona firoştiye Çînê

Medyayên Amerîka wê yekê belav kirine ku Polîsê Federaliyê Amerîka “FBI” Charles M. Lieber Serokê Beşa Kîmya û Biolojiya Kîmyayî ya li Zanîngeha Harvard girtine, bi tometa wê yekê ku hevkariya Çînê kiriye li danîna taqîgehekî pêşketî ya li bajarê Vuhan û bi wê yekê hatiye tometbarkirin ku ewî şewba Korona berhem aniye û firoştiye Çînê.

Zanyarî behsa ewe dikin ku Profesor Charles Lieber programa pêşxistina şewban ya zanîngeha Vuhan ya ji bo teknelojiyê firoştiye û mehane jî 50 hezar dolar ji Çînê wergirtiye. Girtina Lieber bûye nûçeyeke mezinê medyayên Amerîka û cîhanê bi taybetî li navendên akademî nirxandineke zêde ji bo vê yekê hatiye kirin û beşek ji zanayan jî bi tundî vê karê şermezar kirin û dûpat li wê yekê kirin ku nabê zanayan ji bo berjewendiya xwe û bi mebesta komkirina saman û serwetên maddî mirovayetiyê tûşî girift û şewbên bi vî awayî bikin.

Her wiha behsa ewe jî dikin ku Profesor Charles li Amerîka kariye şewbê berhem bîne û bi awayeke nihênî bibe Çînê û paşê jî li wan taqîgehên pêşketiyên li Çînê bi yarmetiya wî hatiye dirustkirin, karîne şewba Koronayê pêşbixin. ji bilî wê yekê jî saziyên medya û ragihandinê belav kirine ku dû xwendekarên Çînî jî li Amerîka hatine girtin ku navbeynkariya wî zanayî û Çîniyan kirine. Yek ji wan pileya efsere li artêşa Çînê û ewê din jî kesekî asayî bûye û 21 sample bûnewerên biolojiyên metirsîdar li firokxaneyê de li ser de hatine girtin.

Çavkaniyên fermî dûpat li wê yekê dikin ku girtina Lieber Serokê Beşa Kîmya û Biolojiya Kîmyayî ya li Zanîngeha Harvard pêwendî bi wî ve nîne ku şewba Koronayê bi Çînê firoştibê, belkû pêwiste bi wan derew û nerastiyên ku li gel hikûmeta welatê xwe kiriye û behsa ewe kiriye ku beşdarî li bernameyekî hikûmeta Çînê kiriye, ji bo derxistina behremendên warê zanistî û teknelojiya ya li Zanîngeha Vuhan ya teknelojiya.

Her wiha balê dikşînin li ser wê yekê ku ew profesor ji aliyan ve pere ji Peymangeha Niştimaniya Çînê ya ji bo tendirustiyê û Wezareta Berevaniya Amerîka wergirtiye, ji bo pêşxistina lêkolînên xwe, lê belê ewî hemû zanyariyekî veşartiye di derbarê wan pere wergirtina ku ji aliyê welatên biyanî ve ji bo projeyên xwe desteber kirine. Eve jî bi karekî dijî bi asayîşa niştimaniya Amerîka tê qebulkirin.

Wezareta Dadî ya Amerîka li vî derbarî de lêpirsînê li dijî tevgerê kiriye û behsa ewe dike ku Lieber zanayekî mezinê cîhanê ye û li sala 2011 serdana Zanîngeha Vuhanê kiriye. Ji bo wê yekê hezar kesên behremend li zanîngehê hilbijêrê, heta li bernameyekî taybetî ya Hikûmeta Çînê kar bikin, bo ku şiyanên xwe yên zanistî pêşbixe. Di derbarê sedema girtina wî jî Wezareta Dad dûpat li wê yekê kiriye ku Lieber derew li gel welatê xwe kiriye û pêwendiyeke nihênî û stratejî li gel zanîngeha Vuhan ya teknelojiya heye.

Mehane 50 hezar dolar ji Çînê wergirtiye û hevkariya zanîngeha Vuhanê kiriye.

Plana geşepêdana hezar behremendên Çînî ya li vî derbarî de û pêşxistina wan ya dirustkirina zanayên mezin li navbera wan da, wiha dike şiyanên Çînê li rûyê zanistî û teknelojiya ve li Amerîkayê nêzîk bike. Eve jî berevajiya siyaseta derveya Amerîka û asayîşa niştimaniya welate.

Charles Lieber li sala 1959 ji dayik bûye û zanayekî payebilindê warê kîmyayî ye û li sala 2011 bi zîrektirîn kes li ser goga zevî ya li warê zanistî ya kîmya hatiye nasîn û li warê zanist û teknelojiya gelek şarezaye û zêdetirê 400 lêkolînên wî yên zanistî heye û 50 dahênanên zanistî yên li warê zanista kîmya û biolojiyê de pêkaniye. Damezrênerê kompanya Nano Nanusîs ya karubarê teknelojiya ye û bi bavê zîndewerên nanometriyan tê zanîn û Serokê Beşa Kîmya û Biolojiya Kîmyayî ye li zanîngeha Harvard û yek ji kesên herî girîngên Amerîka tê zanîn û bi berdewamî çavdêr û pasevanên wî hebûye. Ji bo wê yekê ku ji aliyê sîxurên welatên cîhanê ve neyê revandin.

Back to top button