Çeteyên rejima Suriye parêzerek rewandin
Di van rojan de çeteyên rejîma Sûriyê li hin deverên Tirkiye û Bakûrê Kurdistanê, li pey penaberên ku ji ber wehşeta rejîma Beşar Esed reviyane digerin û wek nijdeyên nêçîrvan wan digirin û direvînin, dibin Sûriyê.
Berî demekê ebûqatek bi navê M.E. ji ber zilma rejîma Sûriyê reviyabû û çûbû bajarê Entakyayê û ji xwe re xaniyekî kirê kiribû û tê de rûdiniş.
Parastina rejîma Sûriyê zû ageh ji ebûqatî wergirtiye û nijdeyeke çarkesî hinartiye Entakyayê da Ebûqatî bigirin û bi saxî werînin Sûriyê. Helbet xeberwergirtina ji Ebûqatî jî, babetê lêkolînekê ye ka çewan xeber jê wergirtine û kê xeber daye wan.
Nijdeyek ji çar kesan bi riyên bêyasayî sînor derbas kirine û çûne ketine mala Ebûqat M.E. û dest û çavên wî girêdane, ew xistine teqsiyekê û wî bi xwe re birine.
Lê belê polîsên Tirkiyê jî zû ji revandina ebûqatî agehdar bûne û ketine pey çeteyên Sûriyê, ew li nêzê deriyê Yayladagiyê di nên qadeke bi daristan de dorpêç kirine. Îcar hefad û xweşmêrên Beşar Esedî çek li pêşber polîsên Tirkiyê bi kar anîne û şerekî mêrxasane kirine. Piştî ku du ji wan birindar bûne, ebûqat jî bê ku xisarek geha bê, sê kesên Sûyî û pênc jî hevkarên wan ên hemwelatiyên Tirkiyê ji aliyê polîsan ve hatine desteserkirin.
Rojeva Kurd