Center For American Progressê li Amedê seredana PAKê kir
Îro(28.04.2015) ji Center for American Progressê Pisporê rojhilata navîn rêzdar Michael Werz, pisporê Pentagon û Ewlekarîyê rêzdar Max Hoffman û ji Middle East İnstituteyê rêdar Gonul Tol li Amedê seredana Navenda Giştî ya PAKê(Partîya Azadîya Kurdistanê) kirin.
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik û rêveberên PAKê pêşewazîya heyetê kirin.
Rêzdar Michael Werz jibo hevdudîtinê sipasîya xwe bilêv kir. Rêzdar Werz got , Center for American Progress dezgeheke nêzî Partîya Demokrat ya Emerîka ye. Herweha behsa hevdudîtinên xwe yên li gel hin siyasetmedarên li Kurdistanê kir. Rêzdar Michael Werz got ‘’Em dixwazin PAKê û bîr û ray û siyaseta wê nas bikin. Jiber vê yekê em hatine seredana we’’
Rêzdar Werz behsa siyaseta Emerîka ya di derbarê pirsa Kurd û têkilîyên Emerîka yên li gel başûr û rojavayê Kurdistanê kir. Rêzdaran Max Hoffman û Gonul Tol jî bi pirs û agahdariyên xwe ve , xwestin di derbarê PAKê zêdetir malûmatan werbigirin..
Serokê Giştî yê PAKê rêzdar Mustafa Özçelik jî jiber seredana wan spasîya mêvanan kir .
Rêzdar Özçelik, bi berfirehî, behsa avakirina PAKê, seredana jibo Wezareta Navxweyî ya Tirkîyê, helwesta Mehkemeya Bilind ya Tirkîyê û bersîva PAKê kir. Herweha behsa bername û siyaseta PAKê ya di derbarê bakurê Kurdistanê û bi giştî herçar perçeyên Kurdistanê kir.
Hevdudîtina PAKê û heyeta C enter for American Progressê bi pirs û bersîv û sohbeteke berfirehî ji seetekê zêdetir berdewam kir.Hevdudîtin bi awayekî berhemdar bi dawî hat û herdu alîyan jî pêwîstîya berdawîmîya van dîyalogan bilêv kirin. 28.04.2015
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya Partîya Azadîya Kurdistanê(PAK)


