Cengi:Nabê rêkirina petrola Kerkûkê ji bo Îranê bisekine
Petrola Kerkûkê bi tankeran diçûya Îranê, piştî xiyaneta 16ê Cotmehê çûyina petrol ji bo Îranê behtir bû. Li ser vê yekê parlementerê berê yê parlementoya Iraqê Şaxawan Ebdullah bi çend bernameyên televizyonî de ev yek bi belgeyan ispat kir û tu aliyekî nekarî li dijê gotinên Şaxawan derkevin û reda wî bikin.
Taybetî piştê xiyaneta 16ê Cotmehê dema berê petrola Kerkûkê ket Îranê gruba 16ê Octoberê hem qezencek mezin dikiran û hem jî soza dayîn Îranê pêkdianîna.
Niha piştî hukumeta nu ya Iraqî di serokatiya Adil Ebdulmehdî de hat avakirin, û dorpêça Amerika li ser Îranê, gelek zehmet bûye ku petrola Kerkûkê rêyên ne yasayê ji bo Îranê bê rêkirin.
Di vê derbarê de ajansa Reuters ji devê hinek berpirsên Iraqî ragihand ku, ji ber dorpêça Amerika li ser Îranê, serokwezîrê nû yê Iraqê Adil Ebdulmehdî biryar daye êdî nefta Kerkûkê nefiroşe Îranê.
Li ser vê nûçeyê endamê koma xiyaneta 16ê Cotmehê biraziyê Celal Talabanî , Aras Cengî li ser media civakî di vê derbarê de daxûyaniyek daye û dibêje: Ev biryara hukumeta Iraqê karekî ne ehlaqiye. Emê li himber vê biryarê bi tundî helwestê nîşan bidin.