Polîtîk

Serokwezîr pêşwaziyê li Konsulê Îmaratê dike

Nêçîrvan Barzanî Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, roja yekşemê 28.10.2018ê li bajarê Hewlêrê, pêşwazî li Raşid Almensurî Konsulê giştiyê Îmaratê ku, bi armanca bidawîhatina wezîfeya wî û ji bo xwatirxwastinê serdena serokwezîr kiribû, kir.

Almensurî sipasiya serokwezîr û saziyên peywendîdarên hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku dem karkirina wî de  hevkarî û hevahengî pê re kiriye û ew yek jî bû sedema serkeftina kar û çalakiyên wî û xurtkirina têkeliyên navbera Îmarat û Herêma Kurdistanê û tekîd li ser wê yekê kir ku welatî wî girinigiyeke mezin bi têkeliyên bi Herêma Kurdistanê re dide.

Nêçîrvan Barzanî kar û çalakiyên Raşid Almensurî li Herêma Kurdistanê û bi taybetî di xurtkirina têkeliyan û gihandina alîkariyên mirovî ji bo koçber û penaberan,  di salên dijawarên borî de, bilind nirxand  û hêvî kir ku d ku di karê xwe yê nû de serkeftî be.

Serowezîr got ku Herêma Kurdistanê giringiyê bi têkeliyên xwe yên bi Îmaratê re dide û hevkarî û hevahengiya hikûmeta Herêma Kurdistanê   bi konsulê nû yê Îmaratê re nîşanda.

Rewşa herêmî û çend pirsên girêdayî rewşa siyasî li Îraq û Herêma Kurdistanê çend mijarêndin yên civînê bûn.

 

Back to top button