Civak

Çelakiyên serok Barzanî li Moskova

Di çarçoweya serdana xwe ya ji bo Rûsiyayê de,  Serokê Kurdistanê  Mesûd Barzanî piştî gehêştina xwe ya ji bo Moscovayê û merasima pêşwaziyê, çendîn serdan û civînên curbicur pêk anî.

Serok Mesûd  serdana Konsulusxaneya Îraqê ya li Moscovayê kir û ji aliyê Konsulus û Rayedarên Konsulusxaneyê ve hate pêşwazîkirin.

Pişt re Serok Barzanî serdana Kurdên li Rûsiyayê jî kir û bi germî ji aliyê Kurdên li Rûsiyayê ve hate pêşwazîkirin û Kurdên li Rûsiyayê jî çendîn xelat pêşkêşî Serok Barzanî kirin.

Her di vê rojê de Serok Barzanî serdana ev mala ku, di dema xwe de Nemir Mele Mistefa Barzanî tê de dima kir û peyvek jî li ber derê vê malê pêşkêş kir.

Pişt re  Serok Barzanî bi Rojnamewanên Rûsiyayê re jî civiya û bersifa çendîn pirsên Rojnamewanên Rûsiyayê yên di derbarê rewşa Kurdistan, Îraq û peyvendiyên heyî yên di navbera Rûsiya û Kurdistanê de da.

Biryare ku, Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî roja Çar şemê jî dest bi civîn û hevdîtinên xwe yên bi Rayedar û Berpirsên Rûsiyayê re bike.(KTV)

Back to top button