"Celadet Bedirxan stranbêjekî baş e û Hawar jî straneke xweş e!"
Ciwanekî kurdîhez di sohbetekê de ji siyasetmedarekî kurd pirsiye, “Tu Celadet Bedirxan û Hawara wî çawa dibînî?”
Siyasetmedarê me wiha bersiv daye:
“Celadet Bedirxan stranbêjekî baş e û Hawar jî straneke xweş e!”
Baş e ku hema negotiye, “Bila were beşdarî partiya me bibe!”
***
Ey siyasetmedar û rewşenbîrên kurd yên TIRKÎ-HEZ!
Bila haya we jê hebe: Celadet Bedirxan her şev ji tirba xwe derdikeve û li kar û barê we mêze dike!
***
Şoreş û ronesansa civakî, dê çawa çêbe jixwe her kes ji min çêtir dizane!
Lê dê “çawa çênebe”, ez dizanim!
Bi “ferman, talîmat, slogan, çepik û saziyên vikîvala” qet şoreş û ronesansa civakî çênabe; heke çêbûya, niha me li Bakur deh Kurdistan ava kiribûn ezbenî!
***
Meriv dikare ji “kundir”an jî hunerê çêke!
Lê meriv nikare ji kundiran re behsa hunerê bike!
***
Dema navê şehîd û nemirên Kurdistanê tenê bibin “sloganek”, ew hingê bi rastî jî dimirin!
***
Bi qasî ku kurd li ser gotinên “çepên tirkan” analîzan dikin, heke nîvê wê li ser “Gotinên Pêşiyên Kurdan” analîz bikirana, niha rihê Kurdistanê azad kiribûn!
***
Kesên ku şêwe û vegotineke tevlihev û şêlo dixin nav wêjeya kurdî, ew sedîsed bi tirkî difikirin!
Aferîm ji we re berxên zimanê tirkî!
***
Fikrên we cuda ne! Ev yek ji bo pêşketina demokrasiya Kurdistanê xweş û baş e!
Lê zimanê we yek e: Hûn hemû bi tirkî dinivîsin!
***
Kurd ji tirkan re nabêjin, “Çima te navê xwe kiriye Tûrkiye?”
Lê tirk ji kurdan re dibêjin, “Çima te navê xwe kiriye Kurdistan?”
Gelo hûn dizanin çima?
Ji ber ku: Serdest li gorî orf û adetên xwe pozê xwe dixin nav her tiştê bindestan! Nexwe dê tu roleke serdestiya wan nemîne.
***
Dema ku kurd “nav û paşnavên tirkî” werdigerînin ser zimanê kurdî û di jiyana xwe de bikartînin, ez dibêjim qey hingê “Roboskî”yeke nû jî pêk tînin!
***
Kurdên ku “muxalefet”ê wekî neyartiyekê dihesibînin, siyaseta Kurdistanê paş ve dibin û zirareke pir mezin didin pêşketina demokrasiya Kurdistanê!
***
Êdî “MÎT, HERON Û KAMERAYÊN DEWLETA TIRK” ketine nav çeq û navrana her kurdî!
Civakeke muhafazakar bi vî rengî xweştir dikare bê kontrolkirin!
***
Tişta min fêm kirî ev e:
Ateîzma tirkan..
Misilmantiya tirkan..
Sosyalîstiya tirkan..
Faşîstiya tirkan..
Û gelek nexweşiyên tirkan ji qûna Kemalîzmê derketine!
Ey kurdo!
Xwe ji hemû nexweşiyên Kemalîzmê dûr bixe!
***
Li Amedê bila mûzexaneya asîmîlasyon û xwe-asîmîlasyonê bê avakirin!
***
Hinek kundirên ku bûne belayê serê zimanê kurdî naxwazin vê yekê fêm bikin:
Axaftin û nivîsandina bi zimanê kurdî, ne minet, rûmet û tişteke pîroz e!
Divê kurdî bibe tişteke xwezayî, asayî û normal bo me hemûyan!
***
Û di dawiyê de duaya min ya navdar:
“Xwedê kesî şaş neke, şaş bike kaş neke, kaş bike faş neke, faş bike lê kesî neke bindestê rihê rewşenbîrên tirk!”
Evdile Koçer
[email protected]