Çeken giran di destê pêşmerge de dimîne

Serokerkanê Kurdistanê Ferîq Cemîl Emînkî ragihand ku, piştgiriya çekan a Koalîsyona Navnetewî jibo Pêşmerge wê berdewam bike û sala bê DYA tabûra Pêşmerge a 2. ku bête avakirin wê perwerdehiya çekan de derbas bike.Emînkî axaftina xwe de dibêje ku hinek derdor tîne ziman ku piştî tunekirina DIŞIê ew çekên ku didestê Hêzên Pêşmergê dane wê bêne standin gotinên bê bingehin. Sala 1991’an heya niha didestê Hêzên Pêşmergê da ev çekên giran hene û ev îdîa tucar nabe mijara gotinê jî.Emînkî wiha devama axaftina xwe dike: Pêşmerge ev çek bi buhayê xwîna xwe xistiye dest, tu kes van çekan jibo karek vala nade destê Pêşmerge. Şerê li hember DIŞIê de ev çek destê Pêşmergê da bû, ev çek wê hertim bimîne ba Pêşmerge û tu kes van sîleha destê Pêşmergê de nastîne.

Nerîna min :