Çekdarên PKKê ew pêşmerge berdan
Fermandarek yê hêzên pêşmerge di dema li iznê bû ji aliyê çekdarên PKKê ve hatibû revandin. Di vê derbarê de berpirsek yê Pêşmerge dabû xuyakirin ku, “PKK naxwazî wî serbest berde. Heger heta sibê wî serbest ne berdin em dê helwesta xwe nîşan bidin.”Pêşmerge hate azad kirin û vegeriya mala xwe.Ew pêşmergeye ku çend roj berî niha ji aliyê PKKê ve hatibû girtin behsa sedema girtin û azadkirina xwe dike û dibêje PKKê tenê li ber vê yekê ku ez pêşmergeme û ser bi PDKê ve bûme ez hatim girtim. Berpirsê ragehandina lîwaya 7 a hêzên pêşmergeyên Kurdistanê ji BasNewsê re got ku:”Piştî ku ez roja 14.01.2017ê ve ji aliyê çekdarê PKKê li seytera gundê Zergeleyê li quntara çiyayê Qendîlê ser bi nahiya Wertê lî sînorê bajarokê Rewanduzê ve hatim girtin xweşbextane piştî derbasbûna 2 rojan bi zexteke zêde ji aliyê fermandeyên leşkerî û xelkê narazî şeva borî ez hatime azadkirin û vegerame nav mal û zarokê xwe de.” Wî berpirsî di beredewamiyê de got ku:”PKKê nekarî ti hêcetekê li min bigire û min azad neke tenê gumana min ev e, jî ber ku ez pêşmergeme û ser bi PDKê ve me û ez kesekim ku rola min ya berçav heye li xizmetkirina xebat û tekoşîn û berevanîkiria axa Kurdistanê de ber vê ez hatime girtin.