Cîhan

Çavên kompaniyên mezin yên otomobîlan li ser Kurdistanê ye

Çavên kompaniyên mezin yên otomobîlan li ser Kurdistanê ye.

Rewşa abûriya herêma Kurdistanê roj bi roj zêdetir pêşdikeve û abûriya Kurdistanê di hemû waran de ji a hemû welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqiyayê  baştire.

Li gor rojnameya Akşam a tirkî, pêşkeftina abûrya Kurdistanê   meznekompaniyên otomobîlan yên cîhanî teşwîq dike ku berê xwe bidin herêma Kurdistanê û li wir sermayeyê xwe di warê indusrtya otomobîlan de bikarbînin.

 Rojnameya navborî li gor  çavkaniyên abûrnasên welatên Rojava dinivîse:

Li gor raporên abûrnasên welatên Rojava, abûriya bakurê Îraqê (herêma Kurdistanê) ji ber dahatiyê wê yê neftê û sermayerazandina biyanîyan, ji %10 zêdetir geş dike. Ev nisbeya ji ya welatên Rojhilata Navîn û bakurê Afrîqiyayê zêdetire.

 

Ev pêşketina bi lez a abûriya herêma Kurdistanê wisa dike ku:

Kompaniyên mezin yên cîhanî yên otobobîlan weke; VolkesVagen, Forde, GM, Volvo û BMC a tirkî berê xwe bidin bakurê Îraqê. 

Back to top button