Bi vegera Barzanî dê guhertinên mezin çê bin
Bi vegera Barzanî dê guhertinên mezin çê bin
Endamekê lîsteya hevpeymaniya Kurdustanî li parlamentoya Îraqê di daxuyaniyeke çapemeniyê de got ku, li hemebr wê serdana serketî a serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bo Amerîkayê û dîdarên wî yên giring bi mezine berprisên qera Spî re, kutleya lîsteya Malikî a li nav parlamentoya Îraqê hevsengî û balansa xwe ji dest daye û got:”Piştî Barzanî vedigere bo herêma Kurdistanê dê guhetinên mezin çê bin.”
Mehma Xelêl parlameterê Îraqê ser bi lîsteya hevpeymaniya
Kurdistanî got:
– Nirxandina serdana Mesûd Barzanî bo Amerîkayê bi serdaneke neserketî ji aliyê endam û alîgirên lîsteya Malikî ve nirxandineke nerast e, lê ewan ji ber vê serdana serketî hevsengî û balansa xwe ji dest daye.
– Mesûd Barzanî serokê herêma Kurdistanê di sedanaxwe ya bo Amerîkayê de siyseta pawanxwaqzî û yekterefî a hikûmeta Bexdayê red kir û ew siyast ji bo berprisên amerîkî zelal kir.
Xelîl got jî ku piştî serokê herêma Kurdistanê ji serdana xwe ya dervey welêt vedigere Kurdistanê dê guhertin mezin çê bin, lê wî parlamenterî diyar nekir ka dê çi guhetin çê bin.