Carlsson û Lago piştgiriya Evin Çetinê dikin
Serokwezîrê Swêdê yê berê (1986-1991 / 1994-1996) Ingvar Carlsson û şaredarê Sodertaljeyê û polîtîkarê nasdar Anders Lago duhî di şeva piştgiriya Evin Çetin de amade bûn û bi şêweyekî eşkere piştgiriya xwe dane Evin Çetinê. Weke tê zanîn Evin Çetin ji partiya Sosyal demokratan li herêma Stockholmê berendama / berbijêra parlamentoya Swêdê ye.
Şeva piştgirî ye bi insiyatîfa Carlsson û Çetinê hatibû organîze kirin û xelkê fitara xwe li wir vekir. Şev hetanî saet 21.30 domiya. Di destpêka şevê de Carlsson û Evînê bi hev re bixêrhatina mêvanan yek bi yek kir.
Axaftina pêşî Carlsson kir û wisa go: Dewr hat û me wezîfeya xwe bi cî anî. Paşê me nobeta xwe da kesên di dorê de. Evin Çetin keçeke zîrek û zana ye. Bi mecalên xwe, xwendin û keda xwe bilind bû û berepêş diçe. Pêwîstiya me bi kesên wisa zîrek heye ku xebatê bikin. Wezîfeya me ew e ku em alîkariya wan bikin û rê ji bo wana vekin.
Anders Lago jî qala eksiya Evinê kir. Eksiyeke nerm ku li ser zanabûnê ava bûye û armanca xwe nas dike. Evinê gelek tişt jê girt, lê ew jî fêrî gelek tiştan bû û Kurd nas kirin, nêzî wan bû, bû dostê wan û doza wan nas kir. Pir baş e ku bîyaniyên mîna Evîn hene, digot Lago. Bi biryar in û bi saya wan çandên cewaz tê naskirin û li ser siyaseta derve gelek karên hêja dikin.
Paşê mêvan tev bi hev re li dora sifrê civiyan û ji xwarinên cewaz tam kirin. Siyaset û germiya rojeva hilbijartinê, planên sosyal demokratan û gazinên wan ji partiyên din, mijarên guhertî bûn ku di dema xwarinê de hatin rojevê.
Şeva piştgiriya Evîn Çetinê bala gelek rojnamevan, kesên nasdar, siyasetvan û berpirsên dezgehên cewaz yên swêdî, Suryanî û Kurda kişandibû. Lê vê carê hatina tevan ne tenê ji bo serdanê bû, bêhtir ji bo piştgirî û serkevtina Çetin ê bû.
EuroKurd News