Polîtîk

Kurd serbikevin lobiya kurdî xurt dibe

 

Her 4 salan carekê hilbijartin li Swêdê çêdibin. 5 salan carekê ji bo perlemena Ewropayê helbijartin çê dibin. Cihê xweşhaliyek mezine ku jimarek berçav ji kurdistaniyên Swêd bûne endam u çelekvan di nav partiyên Swêdî de, li astê giştî û herêmî. Têkelbûna kurdên diasporayê li nav siyaseta partiyên ewropayî da karek bi nirxe û herweha pêwîste.

 

 Bi vê 3 armancên serekî kurd digehinê:

 

  1. Ji mafek dîmokratîkê xwe mifa werdigirin û pişkdarîyê di biryara siyasî li welatê Swêd de diken.
  2. Dibin dengek gelek baş bo Kurdistanê li Swêd a fermî da.
  3. Statuyê lobiya kurdî xurt dibe û ji bo pirsa millî bi rengek sivil alîkarek baş dibe.

 

Di helbijartinên çûyî de jiber çend egeran kurd li astê perlemena Ewropa û Swêd da wek pêwîst nehatine hilbijartin. Bi dîtina min ev encame vedigere bo:

 

  • Nebûna rêkxistinek kurdî ya çelak ku çêtir bikaribe Kurdistaniyên Swêd mobîlîze bike, û hêza xwe ya dîplomatîk nîşan bide.
  • Jimara pirbûna kandîdata bê ku bingehek realîstîk hebe. Ji bo nimune gelek caran navên kandîda di lîsteyan de gelek li xwar dihêt danan û şansê wan pir kême ku bêne hilbijartin.
  • Kurd nekarîne wek faktorek siyasî , xurt û yekgirtî xwe li cem partiyên Swêdî nîşan bidin.
  • Siyaseta medyayî ya kurdan wek pêwîst neşiyaye mobîlîza raya giştî ya kurdan bike.
  • Hindek caran jî kandîdatên kurd dijî hevdu kar dikin û moralek baş dirust naken û berendamiya wan realîst nîne.
  • Rêkxistinên partiyên Kurdistanî li derve lawazin û ecêndayek millî hevbeş di vê pirsê de nîne.

 

Çi giringe bihête kirin bo hindê ku kurd encamekî baş di helbijartina da destve bînin.

 

  • Divê li Kurdsitanê û Swêd, stratejiyek medyayî hebe bo hindê raya giştî ya Kurdistaniyên Swêd bihête amade kirin û bikaribin li ser mekanîzmek serkeftî di hilbijartinan de beşdariyê bikin.
  •  Ew kandîdên kurd û dostên kurdan yên ku şansek baş heye û statuya dezgehên millî yên Kurdistanê nemaze serokatiya Kurdistanê, Perleman û hikumeta Kurdistanê diparêzin piştgîriya wan bihête kirin
  • Divê dezgehên Kurdistanî bi komele û hêzên siyasî ve beşdarî pirosesa hilbijartina bibin û vî karî giringyek mezin helsengînin, û wekî erkek xwe yê millî u dîmokratîk bibînin.
  • Giringiyê ne tenê biden astê  Perlemanî, divê di astê herêmî (lokal) de jî aktîv bin.

 

Li herêma Kurdsitanê 2 bingehên dengdanê bo swêdiyên ku li Kurdistanêne dijîn hene. Swediyên li Kurdistanê dijîn dikarin li Hewlêr û Silimaniyê dengên xwe bidin. Ev pirosesa dengdana Kurdistanê bi xwe jî dikare fokusek (terkîzek ) baş ya siyasî û medyatîk bêxe li ser hilbijartinên isal li Swed çêdibin.

 

Gelê kurd, bo nasandina pirsa xwe di cihanê de xebatek mezin kiriye. Îro bi saya xebata  me ya millî Kurdistan xwedî statuyek bilind di nav cihanê de ye. Parastina van destkeftiyan erkek millîye ji ber ku ev destkeftiyên millî pêgeha kurdan li her 4 parçên Kurdsitanê bilind dike. Helbete ev hevkêşe yek alî nîne, belko giringe Kurdsitanê bi fermî bernamek cidîtir ji bo ser organîzekirna kurdistnayên derve hebe. Belavbûna  bê bername ya kurdistaniyên derve ziyanek mezine. Herweha ji bo kurdistanyên diasporayê bi xwe jî li welatên ku têda dijîn ziyaneke mezine. Bê goman ev dibe zîyanek ji bo Kurdistanê jî.

 

Bi siyasetek hekîmane gavên cidî bihêne avêtin ji bo hindê ku, revendek kurdistanî çelak û hişyar ku bibe pirek xurt di navbera Kurdsitanê û welatên têda dijîn.

 

  • Zanyarî bi gelek zimanan li dezgehê resmî yê helbijartinan (valmyndigheten) li Swêdê derçûne ji wan bi her du zaraveyên kurdî, kurmancî û soranî derçûne. Bo dîtina van zanyariyan dikarin bi riya lînkên xarê bidest xwe bêxin:

 

 

http://www.val.se/valet_2010/information/713a10_sydkurdiska_sorani_att_rosta.pdf

 

http:www.val.se/valet_2010/information/713a32_nordkurdiska_kurmanci_att_rosta.pdf


Taha Barwary

Nunerê berê yê hikumeta Kurdistanê li bakurê Ewropa

û herweha wezîrê berê ye werzish û lawan

 

Back to top button