Orhan Pamuk : Dengê min jî erê ye
Nivîskarê xwedî Xelata Nobelê Orhan Pamuk ji bo referandumê 12 Îlonê rengê raya xwe eşkere kir û got : Dengê min jî Erê ye. Pamuk ji bo danasîna pirtûka xwe di bernameyekî NTV yê de pirsên li ser referandumê bersivand û got : Piştgirîdayîna referandûmê nayê vê wateya ku emê piştgiriya AKP yan piştgiriya Hikûmetê dikin û li referandûmê gelek însan hene ku rengê raya wan ‘’erê’’ ye lê dibe ku wexta hilbijartinê de piştgiriya AKP nakin . Pamuk balkişand ser Darbeya 1980 û got : Dema 12 Îlonê de gelek însan ketîbûn tengasiyê û divê em hesab ji berpirsyarên 12 Îlonê bipirsin û rêya hesabgirtin jî piştgirîdayinê referandûmê re derbas dibe.Ger Zagona Bingehîn ya nû bihête pejirandin rêya darizandina rêveberên dema 12 Îlonê vedibe û heke rêya darizandin venabejî em dikarin wana di nawa wijdanan xwe de mehkûm bikin.