Rewş û siyaseta HDPê ji aliyê hemû kurdan ve tê zanîn.Bi kurtahî HDP xwe wek partiyek kurdî û Kurdistanî nade nasandin. HDP dibêje “ez partiyek ya Tirkiye me“ û bingehê siyaseta HDPê li ser Tirkiyebûnê ye. Lê dixweyê medya kurdî û taybetî medya Başûrê Kurdistanê vê rastiyê naxwaze bibîne.Li Bakurê Kurdistanê HDP partiyek legal, yasayî di bin bandora siyaseta PKKê de ye. HDP yan jî hinek kesayet di nava HDPê de cara cara li dijê siyaseta PKKê bin û hinek kiryarên PKKê baş nebînin jî, nikarin vê yekê rexne bikin û bihêlin HDP bi serê xwe bikaribe kar bike.Ev rastî ji aliyê hemû hêzên siyasî yên Kurdistanê ve tê zanîn , herweha ev yek ji aliyê Medya Kurdî ve jî tê zanîn. Ji xwe medya girêdayê PKKê bi gelek zanebûn siyasetekê kî rêve dibe û piranî jî li ser bingehê dezenfarmasyonê weşanên xwe dike.Lê aliyên din yên Kurdistanê dema behsa pirsekî dikin û behsa rewş yan jî helwestekê ya HDPê dikin vê wek nûnerê kurdan yê yekem bi tenê didin nasandin. Li Bakur HDP ji bo pirsa kurd ji bo destkeftiyên netewî çi dike û siyaseta vê partiyê çîye nayê zelal kirin.Îro li Bakurê Kurdistanê dewleta Tirk bi plan kirî êrîşê miletê kurd dike. Li Bakurê Kurdistanê hesta netewî bi awayekê têk dibe. Vekirî dewlet ji bo plana xwe serbêxe her tiştekî dike û li dijê kurda li hinek deveran wek Cizîrê komkujiyê dike. Dewlet siyasetek hovana û nijadperestî li dijê Kurda rêve dibe.Lê li vê derê pirsek tê holê. Kî û çewe vî zemînî ji bo dewletê û siyaseta dewletê ya qirêj amade dike. Gelek vekirî di vê pêvajoyê de siyaseta kolandina xendeqa di nava bajaran de, bûye zemînê komkujiya kurda li hinek deverên Bakurê Kurdistanê. Dema aliyên siyasî, medya kurdî behsa vê yekê nekê rastiya pirsa kurd li Bakur winda dike.Dewleta Tirk bi salan bi zanabûn tevgera kurd bi temamî kesayeta PKK/HDPê de dît û nirxand. Tu cara ji derê PKKê aliyek din nehat dîtin. Lê mixabin aliyê siyasî ji derê PKKê jî demekî dirêj zanebûn yan jî ne zanebû ev yek welê qebûl kirin û nekarîn siyasetekî li dijê vê yekê biafirînin.Aliyên siyasî yên Kurdistana Bakur dixweyê di vê qonaxê de xebata nehînî ya Îlegal bi temamî danîne aliyekî û awayek eşkere û yasayî siyasetê dikin û li gora vê jî partî û dezgehên xwe ava dikin. Baweriya min de li vê derê du xalê girîng derdivein holê.1. Pêwiste xetek di navbera wan û HDPê de hebê. Ji ber ku daxwaziyên wan gelek cudane û siyaseta HDPê rêve dibe li dijê daxwaziyên hemû aliyên din yê siyasî li Bakurê Kurdistanê ye. Ev dibe sedemek li himber siyaseta PKKê/HDPê xwe zelal bikin.2. Dema mirov xebatek eşkere, yasayî bi metodên demokratik û li ser bingehê diyalogê bike, nabê lingek xebata nehînî û yek jî xebata eskere de be. Divê gelek vekirî xetek di navbera herdu awayên siyasetê de bê danîn. 11.2.2016Dara Bilek