Polîtîk

Careke din artêşa Îranê gundên Qendîlê da ber topan

Qaymiqamê Qeladizê Hesen Ebdullah ragihand ku artêşa Îranê vê sibehê, ji nû ve dest bi topbarankirina navçeyên sinorî yên Herêma Kurdistanê kir.

Hesen Ebdullah derbarê êrîşên îro yên hêzên Îranê  ji AKnewsê re got: “Îro di seat 06:30ê de hêzên artêşa Îranê dest bi topbarankirina zozan û gundên quntara Qendîlê kirin û gundê Wertê, Ebubekir, Qelatûkan, Zerge û zozanên Qendîlê dan ber topan.”

Qaymiqamê qazaya Qeladizê ya ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ragihand ku heta  niha ji sedema  êrîşên Îranê de çi ziyaneke canî nebûye lê tirs û xofeke mezin ketiye dilê gundiyên deverê.

Ebdullah got: “Me têkilî bi parêzgariya Silêmaniyê danî û daxwaz ji wan kir ku bi rêya konsolxaneya Îranê ya li Kurdistanê gotûbêj digel desthilatdarên Îranê bikin daku topbaran bê rawestandin.”

Artêşa Îranê berê jî bi hinceta hebûna PJAKê di gundên sinorî de gundên Herêma Kurdistanê dida ber topan lê ji destpêka werza payîza borî ve êrîşên xwe rawestandibûn.

Berdevkê Resmî yê PJAKê Şêrzad Kemanger di daxuyaniyekê de ji AKnewsê re got, “Ev maweyek e rejîma Îranê li navçeyên Merîwanê dest bi êrîş û topbaranê kiriye. Hevalên me jî ji bo lêvegerandinê li Merîwanê li dijî qereqoleke leşkerî çalakiyek pêk anî. Di êrîşê de 9 leşkerên îranî hatine kuştin û qereqol jî bi temamî hatiye jinavbirin.”

Back to top button