4'ê Avrêl

4’ê Avrêl

Di sala 1968’an û di rojekî wekê îroyê de Martin Luther King hate kuştin.

Martin Luther King, jr. (15’ê rêbendanêa 1929 li Atlanta, Georgia; † 4’ê avrêlêa 1968 li Memphis, Tennessee) keşe û pêşengê tevgera parastina mafê mirovan li DYAyê.

Ew yek ji hemwelatiyên DYAyê yê Efrîqayî bû ku bi riyên bêçek û aştiyane li wekhevî, dadmendî û azadiya mirovan digeriya. Wî ji bo Efrîqayiyên li DYAyê jî ji heman mafan sûdwerbigirin têkoşiya. Ev yeka han dibû sedem ku ji aliyê paşverûyan bibe hedef. Li dijî wî gelek tevgerên kirêt hat lidarxistin. Bombe avêtin wî, bovlat xistin stûyê wî hwd. Lê ew ji doza xwe û riya xwe neqetiya.

Ew ji salên 1955 heya 1968′ î ji 30 carî zêdetir hate girtin. Wî ne rêça Marks û ne jî sazûmaniya kapîtalîst diparast. Wî li derûniya û baştirkirina derûniya mirovan digeriya. Di bin bandora riya Gandî û bawermendiya olî de bû.

Wî heya dawiya jiyana xwe têkoşiya. Di sala 1964’î de ji ber têkoşîna xwe xelata Nobelê girt. Îro navê wî li gelek cih ê kolanên DYAyê hatiye danîn. Ew di 4’ê avrêlê 1968 li dora kat 18.01 li balkona Lorraine Motels ji aliyê hêzên tarî yên paşverû ve hate kuştin. Li ser kuştina wî li seranserê DYAyê xwepêşandanên bi xwîn hate lidarxistin. Bi deh hezaran kes hatin zîndanîkirin.

Ew di pêşketina mafê mirovan li DYAyê xwedî ciheke mezin e.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: