Cîhan

Cardin Obama

 

Barack Obama careke din bû serokdewletê Amerîkayê. Di hilbişartinên ku doh hatin kirin de, namzetê demokratan Barack Obama, reqîbê xwe Mitt Romney li pey xwe hîşt û ji bo 4 salên nû, bû serokdewletê Amerîka. Ji bo hilbijartina serokatiyê divê serok ji 538 delegeyên hatine hilbijartin 270an qezenc bike. Li gorî encamê hilbijartinê yên li eyaleta Ohio hêjmara delegeyên Obama gihişt 274an. Bi vî awayî Obama bû 45. serokê Amerîka.

Herwiha Obama 17. serokê ku cara duyemîn dibe  serokê Amerîka. Ji ber ku hêjmartina dengan bi dawî nebûye, hîn rêjeya dengên Obama û Romney tam zelal nebûye. Li gorî zagona hilbijartinê dengê kê ji 270an zêdetir be, ew serdikeve.

Serokdewletê Amerîka Barack Obama, li ser hesabê xwe yê Twitterê spasiya kesên piştgiriya wî kirine kir.

Barack Obama, piştî ku derket holê ew cara duyem bûye serokdewlet, derkete pêşberî alîgirên xwe û axaftina serfiraziyê kir. 

 

Balkêş e ?
Close
Back to top button