Cardin kurd hatin girtin

Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Qamişloyê di 15ê îlona (September) 2010ê de Dr. Luqman Ibrahîm Hisên (1968, zewicî ye, çar zarok), Seed Ferhan el-Hesen (1972, zewicî ye, pênc zarok), Ebdilxefûr Hisên Hisên (1956, zewicî ye, heyşt zarok) û Selah Seîd Şêxmûs (1968, zewicî ye, pênc zarok) girtin. Berî girtina wan bi rojekê Dezgeha Ewlekariya Dewletê li Amûdê ji wan xwestibû ku serî li dezgeha li Qamişloyê bidin. Sedema girtina wan beşdarbûna di deqeyeke bêdeng de li dijî Mersûmê 49ê bû, ku bi inîtsyatîva Encûmena Siyasî ya Kurdî li Sûriyê di 10ê îlona (September) 2010ê de li Amûdê pêk hatibû.

Nûçe: Kurdwatch

Nerîna min :