Çalakiyên berbijêrên Tifaqa Welatperwer û Demokrat

Namzedên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê li Peyasê(Kayapinar) belavok belav kirin

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Amedê Sait Aydoğmuş, Zeki Ekinci, Ramazan Kahramaner, Hidayet Fidan îro (15.03.2019) li Amedê, li navçeya Peyasê(Kayapinar), li gel Serokê Giştî yê PSKyê Mesut Tek, rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd , belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li bazara heftane ya Peyas ê li esanafan û xelkê belav kirin.Gel û esnafan pêşewazîyeke germ nîşanî namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Nisêbîn a Mêrdînê  belavok belav kirin

Namzetên serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ên Mêrdînê û Qoserê Abdulkadîr Demîr û Şeyhmûs Ünal, îro (15.03.2019) li Nisêbîn a  navçeya Mêrdînê li gel endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Mêrdînê û  rêvebir û endamên PAK û PSKyê û hinek sîyasetmedarên Kurd , belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran û li xelkê belav kirin. Di dema belav kirina belavokan de, ji otomobîla hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat jî marş û stranên Kurdî li nav bajêr  de belav dibûn. Gel û esnafê Nisêbînê  pêşewazîyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Tifaqa Welatperwer û Demokrat li Batmanê  li gereka Belde yê belavok belav kirin

Namzetê serbixwe yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Êlihê(Batman) Feyyaz Ekmen , îro (15.03.2019) li gereka Belde yê, li bazara heftane ya gereka Belde yê û li dora Nexweşxane ya Herêmê(Bölge Hastanesi) li gel endamên Komîsyona Hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat a Batmanê û  rêvebir û endamên PAK û hinek sîyasetmedarên Kurd , belavoka hilbijartinê ya Tifaqa Welatperwer û Demokrat li dikandaran, li esnafên bazarê  û li xelkê belav kirin. Gel û esnafê Batmanê  pêşewazîyeke germ nîşanî Tifaqa Welatperwer û Demokrat dan.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: