Piştî hinek bûyerên li Siwerekê rûdayîn, serokê şeredariya Siwerekê Şêxmus Aydin ji serokatiya şeredariyê îstifa kir. Aydin sedemê îstifa xwe pirsgirêka tenduristiya xwe da nîşandan.
Piştî îstifa Aydin Meclisa şeredariya Siwerekê ji bo serokek nû yê şeredariyê hilbijêre civiya. Di civînê de 3 kandîdatên serokê şeredariya xwe eşkere kirin. Ji AKPê Ayşe Çakmak ji CHPê Ramazan Gûlel û ji HDPê jî Mahmut Bektaş bûn kandidat.
Di hilbijartinê de kandidata AKPê Ayşe Çakmak dengên behtir anîn û bi piraniya dengan wek seroka şeredariya Siwerekê ya nû hate hilbijartin.