Kultur

Çakar: Kurdayetî ne ji bo şert û mercên aborî ye, hest û helwestek netewî ye

Stranbêj û sopranoya navdar a operayê Pervîn Çakar ji bo merasîma şahiya Amedsporê hat vexwendin û li ser hesabê xwe yê medya civakî bersiv da tohmetên di derbarê wê de.

Çakar di bersiva xwe de got: “Min ji bo çalakiya ku bi hestên neteweyî beşdar bûm, tu berdêl nexwest”.

Di daxuyaniya Çakar de ev tişt hatin gotin:

“Divê ez bêjim ku ez ji bo piştgiriya Amedsporê hatim Amedê. Min ji bo vê çalakiya ku bi hestên netewî beşdar bûm tu heq xwest. Ji ber ku Kurdayetî ne şert û mercên aborî ye. Ew hest û helwestek netewî ye. Gelek hunermendên Kurd gelek caran li salona konserê ya şaredariyê konser dane û berdewam dikin. Şaredariyê ji bo konsera min a ku min bi derfetên xwe li dar xist, tu lêçûnek aborî ji min re neanî. Hatin konsera min û piştgiriya manewî kirin”.

Back to top button