KulturRojev

Çakar: Kurd bi xwe girîngiyê bi zimanê xwe nadin

Sopranoya navdara Kurd Pervîn Çakar hevpeyvîneke taybet li gel rojnameya Uşe encam daye û bersîva pirsên rojnamevan Baz Ehmed daye û di derbarê rewşa zimanê Kurdî li Ewrupa, dide zanîn ku li Ewrupa girîngiyeke baş didin zimanê Kurdî lê mixabin Kurd bi xwe girîngiyê nadin zimanê Kurdî.

Sopranoya navdara Kurd di derbarê rewşa zimanê Kurdî li Ewrupa de dibêje: Ez ne li gel wê yekê me ku li Ewrupa girîngiyê bi zimanê Kurdî nayê dayîn, bi berevajî xelkê Ewrupa girîngiyeke zêde didin û bihayeke zêde dane zimanê Kurdî û dixwazin Kurd wekî her geleke dinê li Ewrupa bi zimanê xwe stranan bistrên û çalakiyên xwe encam bidin, lê belê mixabin zimanê Kurdî li cem Kurdan bi xwe bê biha û bê qîmete. Ew Kurdên li Ewrupa dijîn ew bi xwe girîngiyê bi zimanê xwe nadin, neku Ewrupî. Her wiha hunermendên biyanî û Ewrupî gelek hez dikin li gel hunermendên Kurd kar bikin û berhemên profesyonel berhem bînin. Encama hewl û fedakariyê jî min li gel hunermendên orkestraya bajarê Kolnê karî li wir jî kar û stranên bi zimanê Kurdî pêşkêşî amadebuyan bikim.

Her wiha Hunermenda Kurd dibêje: Li sala 2019 ji bo bernameyek hatim Hewlêr, Silêmanî, Soran û Rewandiz û li wan bajar û navçeyan geriyam. Ez gelek hez ji Kurdistanê dikim, deşt û çiyayên Kurdistanê îlhamê bi min didin, hêvîdarim li ser çiyayên Rewandiz û Geliyê Elî Beg stranan bibêjim.

Li beşeke dinê hevpeyvîna xwe de dibêje: Eger derfetek hebê, bi dilxweşiyê ve li her devereke Başûrê Kurdistan bê, dixwazim hunera xwe pêşkêşî mîletê xwe bikim. Qelaya dîrokiya Hewlêrê li ser min bandoreke mezin kir, dema li Kurdistanê bûm û min ji nêzîk ve dîtibû, eger derfet hebê, dixwazim li bin qela Hewlêrê bi Kurmancî û Zazakî û Soranî û zimanên dinên cîhanî opêra pêşkêşî mîletê xwe bikim.

Back to top button