CivakRojev

Cabeke giran

Ev ҫi cabeke giran bû. Ji welatȇ Qazaxistanȇ, ji bajarȇ Almatayê, li dinyayȇ, nava heval-hogir, bira-pismaman, nas û dostan da bela bû û dilȇ me ȇșand.  Serokê Federasyona Navneteweyî ya Dîasporayê Kurdan, Serokê Yekîtiya Kurdên Qazaxistanê, prof. akademîk, kurdologê eyan, welatparȇzȇ hȇja  Knyazê Îbrahîm Mîrzoev bȇwext xatir ji me xwest û mala xwe ji vȇ dinȇ bar kir. 

Rastȋ jȋ cabeke gelek giran e. 

 Ji șȇst salȋ zȇdetir e em ne ku heval lȇ wek bira bûn. 

Knyaz li nava rewșenbȋrya meye Kurdȇn Ermenistanȇ da bi rastȋ jȋ delalȋ bû. Gișka ew xortȇ bedew, zane, berbihȇr, welatparȇz hiz dikirin…Mezinȇ rewșenbȋrya me digotin: ev xortȇ bedew, xwerzȋyȇ, zanyarȇ Kurdȋ eyan Wezȋrȇ Nadȋrȋ ye. Ew bi bejin û bala xwe, bedewiya xwe, zanyariya xwe, merȋfeta xwe wȋ mirovȇ mezin tȋne bȋra me…

Knyaz di bin wȇ sȋyȇ da nema pȇlekanȇ zanyariyȇ ra bilind bû û bû mezinekȋ edebyet, ҫand û kûltûra me, stûneke ronakbiriya gelȇ Kurd. 

Sala 1990 î dema Knyaz malȇva desguhestȋ Qazaxistanȇ, bajarȇ Almatȇ bû, ez jî ҫûme wȋ bajarȋ…

Gelek bȋranȋnȇn xweș ji wan sala bȋra min da mane.

Profȇsor Knyazȇ Ȋbrahȋm li wur civakeke bi tifaq, rewșenbȋr, welatparȇz dora xwe civand û xebatȇn kurdewarȋye hȇja kiein. Civakê, bi serȇ wȋ, wê Komara sovȇta berȇ da qedir û hurmeta mezin dast anȋn.

Guhȇ me timȇ li ser hev bû, em bi tȇlȇ tim diaxivȋn. 

Weke mehek berȇ, hatibû Almanyayê, ser doxtora. Min go werȇn cem me. Bi rastȋ dixwest bihata, lȇ pașȇ min ra got, „Doxtora gotiye, tu tiștȇ tirsȇ nȋnȇ, ji stresȇ ye“, karê min heye, ezȇ vegerim. Zûtirekȇ ezȇ dȋsa bȇm, bibim mȇvanȇ te. 

Em hazir bûn herin wȋ verȇkin… Dȋsa nehȋșt got: „Ev nexweșȋ zȇde ye, der dorȇ min jȋ gișk ditirsin“… 

Wundakirna hogirekȋ wak Knyaz gelek giran e…

Bira Rehma Xwedê Zanyarê bi nav û deng be. 

Bira serȇ Gelȇ KURD sax be.

Eskerê Boyîk

Malbeta me û malbeta rehmetiyȇ akadêmîk Șekroyȇ Xudo serxweșyȇ didine malbet Knyazȇ Ȋbrahȋm ji bo vȇ wundakirna wan e mezin û dibȇjin serȇ zarokȇ Knyaz, bira-pismama, xêrxweza, malbetȇ sax be.

08.08.2021

Eskere Boyik

Back to top button