Nivîsar

Bûyerên Şêladizê provakasyona PKKê ye

PKK li Kurdistana Başûr xwe ji ciya dide aliyekî û di nava gunda de û li deverên ku xelkê sivîl lê dijî bingehên xwe ava dike û xelkê sivîl yê deverê ji xwere dikin mertal. Gelek cara Tirkiye li Kurdistana Başûr deverên ku PKK lê cih bûye bombebaran kiriye û zererek mezin daye xelkê sivîl , mal û canê wan hatine ji destdayîn.

Herî dawî di 23ê vê mehê de , balefirên Tirkiye deverên cuda yên Amêdiyê bombebaran kir, di encama van bombebaranan de 4 hemwelatiyên sivî jiyana xwe ji dest dan.

Li ser vê bûyerê berpirsên hukumeta Kurdistanê daxûyanî belav kirin û dilgiraniya xwe dan xûyakirin. Roja 26.01.2019ê li Şêladizê xwepêşandan li dijî bombebarana deverên wan ji aliyê Tirkiyê birêve çû, xwepêşander çûne nav serbazgeheke artêşa Tirkiyê ya li vî sînorî û di encamê de 2 kesan jiyana xwe ji dest dane û 16 kesên din birîndar bûn.

Di rastiya xwe de PKK gelek bi zanebûn li Kurdistana Başûr pravakasyona dike. PKK ji aliyekî ve li deverên wek Şingalê li gel Heşda Şeibî tevdigere û jiyanê li xelkê deverê dike jehr û aliyek din ve jî li ser navê parastina hinek deveran li Başûrê Kurdistanê provakasyona dike.

Heta wek îro bi sedan gund nêzikî sinorê Tirkiye di bin bandora PKKê dene û PKK xelkê van deveran îdare dike. Bi sedan gund ji tirsa PKKê nehatine ava kirin.

Tirkiye berdewamî bi hêceta PKKê, êrîşa dibe ser Başûrê Kurdistanê. Xelkê sivî dibin armanca êrîşa û jiyana xwe ji dest didin.

Gelo çi armanca PKKê li Başûrê Kurdistanê heye? Eger mirov şûnve here û nirxandinekî li ser rewşa PKKê li Başûr bike, dê di derbarî PKKê de xeletiya aliyên siyasî li Başûrê Kurdistanê zelaltir bibîne û herweha bûyerên îro rûdidin baştir fam bike.

PKK li gelek deverên Başûrê Kurdistanê cih bûye û ji çiyan heta bajaran ketiye nava xelkê Kurdistanê û bê qanûnî kar û xebatê dike û dibe sedemek bingehîn ku Başûrê Kurdistanê dikeve di bin tehdîta hinek welatan de. Bê guman aliyên siyasî di vê derbarê de rewşa heyî baş dizanin lê mixabin desthilatdariya Kurdistanê di vê derbarê de tedbîrên pêwist nagire.

Di vê dema dawî de bûyerên di navbera PKKê û YNKê de têne zanîn. PKK vekirî YNK bi êrîşkirina Silêmaniyê bi xwe tehdit kir. Demek dirêj partiyên wek Goran û YNKê di bandora PKKê de li dijê PDKê siyasetek qirêj diafirandina. Niha jî xelkê Kurdistanê tengiya vê siyasetê dibêne.

PKKê li Bakurê Kurdistanê gundek bi tenê jî azad nekiriye. Gelo dê çewe Başûrê Kurdistanê azad bike? Dema PKK behsa parastina axa Kurdistanê dike armanca wan ewe ku Başûrê Kurdistanê ji bin desthilatdariya Kurdistaniya derêxe û pêşkêşî dagirkera bike.

Niha tişta ku PKK li rojavayê Kurdistanê dike eve. Herweha devera Şingalê nimûneyek gelek berçave. Heta kurdên Başûr vê rastiya PKKê nebînin û wek aliyek Kurdistanî li gel PKKê pêwendiyan deynin , dê xusarek mezin bibînin û herweha PKK dibe astenga herî mezin di rêya destxistina mafên gelên Kurdistanê û taybetî serxwebûna Kurdistanê de.

Mixabin li Başûrê Kurdistanê gelek sempatizanên PKKê di nava aliyên siyasî de hene. Herweha Medya Başûr di bin bandora siyaseta PKKê de gelek dimîne û li gora vê jî gelek weşana dike. Eger hun berê xwe bidin weşanên madya Başûr beşê latînî ev yek gelekî vekirî xûya dike.

Mixabin ji bo pişgiriya PKKê pêşbirkî di navbera hinek organên medyayê de li Başûr heye.
PKK ji bo destkeftiyên Başûrê Kurdistanê tehdîteke. Tu pirsa wan ya Kurdistanî tuneye. Ew her li dijê destkeftiyên netewî şer dikin û pravakasyona dikin.

Bûyerên li Şêladizê rûdayîn pravakasyonek ya PKKê gelek bi zanebûne. Di vê derbarê de pêwiste hukumeta Kurdistanê çareseriyek radikal bibîne . Bi vê çareseriyê hem jiyana xelkê sivîl ji xeteriyê xilas dibe û hem jî pravakasyonên PKKê vale derdikevin.

Eger li Başûr di derbarê rewşa PKKê de hinek gav neyên avêtin, dê paşerojê de ziyanên mestir çêbibin. Herweha dê sibehî ji bo avêtina hinek gavan dereng be.

Nûçe/Analîz
R.K

Back to top button