Polîtîk

Burkay got ANF ji aliyê dewleta kûr ve tê îdarekirin

Kemal Burkay, di nivîseke xwe de bersiva Murat Karayilan û PKK da, ew bi tundî ji aliyê wan ve hatibû rexnekirin…

Nivîskar û siyasetvanê Kurd Burkay, her wiha ajansa ANF ku bi nêzîkbûna xwe ya bi PKK re tê naskirin, bi belavkirina nûçeyên derewîn tewanbar kir û got: „Xwendevanên min dizanin ku derdora PKK di rojên dawiyê de li dijî min kampanyayeke bê mustewa û li ser bingeha derewan dest pê kirine, Ajansa Firat ya Nûçeyan ANF weke her demê serkêşiya wî karî dike…“

Burkay dibêje, bi girtina Ocalan re û hevkariya wî ligel dewletê û diyarkirina ku ew amadeye xizmetê bike, berhemeke wê peymana bi dewleta kûr re jî, îdarekirina ANF ji aliyê kesên ku baweriya dewleta kûr bi wan heye.

Burkay diyar dike ku ANF ji aliyê dewleta Kûr ve tê îdarekirin.

Burkay di nivîsa xwe de ku di malpera Dengê Kurdistan, Twitter û Facebook de hate weşandin, balê dikişîne ser rayedarên bilind yên PKK û dibêje, „7-8 Hesen Paşayên li çiyan ku li halê xwe nanêrin, weke ku bixwazin ispat bikin ew dikarin weke klaşnîkofê bi qelemê jî bigirin, li pey hev li dijî min hukman didin…“

Kemal Burkay di nivîsa xwe diyar dike ku zemanê wî tuneye ew bersiva dijûnên ku li dijî wî di medyaya PKK de têne nivîsandin bide.

Burkay dibêje PKK berî jî li dijî wî kampanya vekirin.

Wiha berdewam dike: „Di destê min de sîleh tune, weke PKK. Min li dijî, şoreşgeran, kesan û tevgerên welatparêz, li dijî dengên cuda di nava rêkxistinê de sîleh bi kar nehanî, Şukur ku destê min paqîj e. Sîleha min tenê fikrên min in. Ez rastiyan dibêjim, piştî vegeriyam welat jî tiştê dikim ev in.

Burkay nivîsa xwe wiha diqedîne:

Bindest ji ço ditirsin, zordest jî ji gotin û ramanan.

(Avestakurd)

Back to top button