Civak

Burcu Köksal tevlî AK Partiyê bû

Burcu Köksal, Seroka Şaredariya bajarê Afyonkarahisarê, tevlî AK Partiyê bû. Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyip Erdogan nîşana AK Paertiyê pêve kir.

Şaredar Köksal di merasîmekê de ku li baregeha AK Partiyê hate lidarxistin, tevlî AK Partiyê bû. Serokkomar Erdogan, di axaftina xwe ya li Civîna Serokên Parêzgehên Berfirehkirî ya partiyê de got, “Ez xwêr hatina şaredarên Afyonkarahisar û Dînarê dikim.”

Koksal jî di axavtina xwe de got: “Ez ê di nav refên AK Partiyê de ji bo ji nû ve avakirina Afyonkarahisarê xizmeta bajarê xwe bikim. Ez ê bi kesên ku baweriya xwe bi pîroziya malbatê heye û rêzê li nirxên civakê digirin re di heman rêyê de bimeşim.”

Veysel Topçu, Şaredarê Dînarê jî di merasîmekê de tevlî AK Partiyê bû. Serokkomar Erdogan di dawiya bernameyê de rozeta partiya xwe singa wan ve kir.

Back to top button