Polîtîk

Budceya Kurdistanê 15 tirlyon û 245 milyon û 797 dînar e

Sekreterê encûmena wezîrên Kurdistanê di daxuyaniyekê de got ku, piştî bi dûvdeçûneke hûr, duhî budceya herêma Kurdistanê ya bo sala 2012ê hat pesend kirin û ji aliyê Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê ve hat îmze kirin û ji bo miaqeşekirin û pesindkirinê, îro digihîje parlamentoya Kurdistanê. 

Budceya Herêma Kurdistanê ya bo sala 2012ê ku, dê îro dûşemiyê bigihîle parlamentoya  Kurdistanê, 15 tirlyon û 245 milyon û 797 dînar e, bi sedema derengmana pesendkirina budceya Iraqê û jiber bidûvdeçûnê, di dema diyarkirî  de ku, ji parlamentoya Kurdistanê re bê şandin dereng ket. 

Duhî,  piştî pesendkirinê, ji aliyê serokwezîrê Kurdistanê ve hat îmze kirin û îro digshîje parlamentoya Kurdistanê.

Back to top button