Barzanî û wezirê derve yê Îranê pirsên girîng nirxandin

Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê, roja 17.10. 2015ê li bajarê Taranê, paytexta Îranê, di çarçoveya beşdarîkirin di çalakiyên konferensa cîhanî ya ewlekariyê ya Munchen ê, digel Mihemed Zerîf wezîrê derve yê Îranê civiya.Di civînê de, wezîrê derve yê Îranê kêfxweşiya xwe li hember beşdarîkirina şandeya herêma Kurdistanê bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê herêma Kurdistanê di konferensa Munchnê de nîşan da.Her du aliyan behsa rewşa herêma Kurdistanê û xebatên berdewam yên aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê ji bona aramkirin û baştirkirina rewşa heye kir û wezîrê derve yê Îranê destxweşî li hikûmet û xelkê herêma Kurdistanê kir ku karîne bi ser metirsî û gefên terorîstên DAÎŞ de serbikefin û ji bona binbirkirina metirsiyan hêvî kir zêdetir hevkarî di navbera aliyên siyasiyên herêma Kurdistanê de hebe.Nêçîrvan Barzanî sipasiya wê pêşwaziya lê hatiye kirin kir û ji bo gihiştin bi encam li danûstandinên etomî digel welatên 5+1 destxweşî li wezîrê derve yê Îranê kir û hêvî xwest ew rêkeftin bibe hêvênê aramî û geşbûna têkeliyên navbera Komara Îslamiya Îranê û herêma Kurdistanê bi taybetî di ware êkonomî de bi awayekî ku bibe hokarê zêdetir pêşdeçûna têkeliyên aborî di navbera her du aliyan de.Serokwezîr sipasiya Komara Îslamiya Îranê kir ku di demên dijwar de hevkar û piştevana xelkê herêma Kurdistanê bûye û bi taybetî di şerê dijî terorîstên DAÎŞ de û her ev yek ji Komara Îslmaiya Îranê dihat çaverêkirin.Nirxandina rewşa Îraqê û herêmê, şerê dijî terorîstên DAÎŞ, têkeliyên navbera Hewlêr û Bexdayê, danûstandinên navbera aliyên siyasyên herêma Kurdistanê li ser pirsa serokatiyê û çend pirsên din mijarên civîna serokwezîrê Kurdistanê û wezîrê derve yê Îranê bûn. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: