Brîtanya: Em rêz li xebat û serkirdatiya Barzanî digirin

Wezîrê Derve yê Brîtanya Borîs Johnson di pêwendiyeke telefonî ya li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî de, rewşa Iraqê û pêşhatên dawiyê gotûbêj kir.Wezîrê Derve yê Brîtanya îro di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand, ku di pêwendiyên telefonî yên cuda de li gel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî axiviye.Li gorî daxuyaniyê, Borîs Johson tekezî li ser piştgiriya Brîtanya bo Kurd di çarçoveya iraqeke yekgirtî de kiriye.Johnson herwiha daxwaz ji Hewlêr û Bexdayê dike, ku bilez li dû çaresereke aştiyane bigerin.Wezîrê Derve yê Brîtanya herwiha amaje bi wê yekê jî kiriye, ku Brîtanya pêşwazî li xwasteka Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê ji bo destpêkirina gotûbêjan li ser bingeha Destûra Iraqê kiriye.Borîs Johnson amaje bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo redkirina dirêjkirina heyama serokatiya xwe kiriye û dibêje: “Ez dixwazin rêza xwe li hember serkirdatiya serok Barzanî di şerê li dijî DAIşê de û xebata çendîn salên wî bo gelê Kurdê Iraqê nîşan bidim.”Johnosn herwiah dibêje: “Ez dixwazim rêza xwe li hember rola Serok Barzanî di damezrandina iraqeke nû de nîşan bidim.”