Cîhan

Amerika: Serok Barzanî kesatiyekî dîrokî û serkirdeyekî mêrxas ê gelê xwe ye

Wezareta Derve ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de pêşwazî li biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo redkirina dirêjkirina dema serokatiya xwe kir û daxwaz ji kurdan kir, ku piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin.Di daxuyaniyê de ku li ser navê Berdevka Wezareta Derve ya Amerîkayê Heater Nauert hatiye belavkirin, amaje bi biryara biryara Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî bo redkirina dirêjkirina dema serokatiya xwe hatiye kirin û tê gotin: “Em destxweşiyê li biryara serok Mesûd Barzanî dikin bo dirêjnekirina dema serokatiya xwe. Herwiha em destxweşiyê li parlamentoya Kurdistana Iraqê dikin, bo dabeşkirina desthilatên Serokatiya Herêma Kurdistanê bo ser saziyên din de.”Wezareta Derve ya Amerîkayê herwiha derbarê rol û kesatiya Serok Barzanî de dibêje: “Serok Barzanî kesatiyekî dîrokî û serkirdeyekî wêrek ê gelê xwe ye, biryara wî jî bo dirêjnekirina dema serokatiya wî, amaje ye bo dewletmedariya wî di qonaxeke zehmet de.”Di beşeke din a daxuyaniyê de, Wezareta Derve ya Amerîkayê daxwaza destpêkirina diyalogê di navbera Herêma Kurdistanê û Iraqê de dike û dibêje: “Em daxwaza gotûbêja bilez di navbera Hewlêr û Bexdayê de dikin, bo çareserkirina arîşeyan bi gotûbêjê û bi rêya Destûrê.”Wezareta Derve ya Amerîkayê tekez dike, Amerîka bi ciddî kar li gel Nêçîrvan Barzanî û Qubad Talebanî kar dike û dibêje: “Em daxwaz ji aliyên Kurdî dikin ku piştgiriya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin bo çareserkirina arîşeyan di wê heyama ku maye û ji bo amadekariyên bo hilbijartinên di sala 2018ê de.” Naveroka daxuyaniya Wezareta Derve ya Amerîkayê:“Dewletên Yekbûyî destxweşiyê li biryara Mesûd Barzanî dike, ku nexwast bo xûleke din bibe Serokê Herêma Kurdistanê. Amerîka destxweşiyê li parlamentoya Kurdistana Iraqê dike bo dabeşkirina desthilatên serokatiyê li ser dezgehên din ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê. Serok Barzanî kesatiyekî dîrokî û serkirdeyekî mêrxas ê gelê xwe ye, ji wan jî di şerê me yê hevbeş de bo têkşikandina DAIŞê. Ev biryar amaje ye bo karekî dewletmedariyê di heyama qonaxeke zehmet de.Niha Dewletên Yekbûyî li benda wê ye ku bi awayekî çalak li gel Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî kar bike. Hikûmeta Herêma Kurdistana bihêz di çarçoveya iraqeke yekgirtî û federal de bo îstiqrara demdirêj a xwe û têkşikandina berdewam a DAIŞê pêwîst e.Em daxwaz ji tevahiya partiyên Kurdî dikin ku piştgiriyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê bikin, ku kar dike ji bo çareserkirina pirsên yekalînekirî  di wê heyama desthilatdariyê de ku maye û herwiha bo amadekariyên bo hilbijartinan di 2018ê de.Em daxwaz ji hikûmeta Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin ku di bin serkirdatiya nû de bilez kar bikin bo çareserkirina arîşeyên hilawîstî di çarçoveya Destûra Iraqê de. Em geşbîn bûn bi wê diyaloga ewlehiyê ku di çend rojên bihorî çê bûn, em daxwaza bi dawî anîna hemû rûbirûbûn û pevçûnan jî dikin.Em herwiha berdewam dibin li ser piştevanîkirina serkirdatiya bihêz a Serokwezîr Heyder Ebadî ku kar dike bo piştrastkirina têkbirina temam û yekcarî ya DAIŞê û iraqeke tenah piştî DAIŞê. Em pêşwazî li biryara dawî ya Serokwezîr Heyder Ebadî dikin bo destpêkirina diyalogeke nû li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê, di çarçoveya Destûra Iraqê de û rêgirîkirina ji rûbirûneke din.Em berdewam dibin li ser karkirina li gel hemû aliyan bo çareserkirina pirsgirêkan di berjewendiya hemû iraqiyan de. Niha dema wê ye, ku hemû alî berê xwe bidin paşerojê û ronahiyê bixin ser çareseriyeke aştiyane bo nakokiyan, di çarçoveya Destûra Iraqê de.” Rûdaw

Back to top button