Cîhan
Britanya: Em ji Yekitiya Ewropa derkevin
Encama Referandumê: Ji 5% 52 em ji Yekitiya Ewropa derkevin. Piştî referandum a li Britanya çêbû xelkê biryara xwe di derbarê mayina ûnemayina nava Yekitiya Ewropa de da.Ji % 52 ji xelkê got em ji dev Yekitiya Ewropa berdin. Herweja ji % 48 jî ji xelkê xwest bimînin di nav Yekitiyê de.Bi vê encamê welatên di nava Yekitiya Ewropa de ketin di nava aloziyekî de. Welatên Yekitiya Ewropa di vê derbarê de xemginiya xwe diyar kirin. Ev biryara Ingiltere wek pêlik ya lehiyê bû ji bo gelek welatan.Niha Yekitiya Ewropa dikeve pêvajok din de û hemû li hêviya biryara hukumeta Ingilterene. Metirsiya ku hinek welatên din jî ji dev Yekitiyê berdin heye.Bêguman evencam bandora xwe li siyaseta Yekitiya Ewropa di hemû warî de dike.