Britanya amadeye her warî de alîkariya Kurdistanê bike

Îro çarşem 29.04.2015 li Selahedîn birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Rîçard Baronz Serok Erkanê Artêşa Brîtanya û şandekî li gel kir ku ji Engos Mikî Konsolê Brîtanya li Hewlêr û hejmarek ji efser û şêwirmendên artêşa Brîtanya pêkhatibû.

Li hevdîtinê de rewşa siyasî û emniya Iraqê û her wiha rewşa meydanî ya bereyên rûbirûbûna terorîstan nirxandin û danustandinê bîr û ramanê di derbarê proseya azad kirina Musil û qonaxa piştî azad kirina Musilê û amadekariyên hêzên Iraqê ya azad kirina navçeyên bin desthilata Da’îş kirin.

Her li vê kombûnê da şanda mîhvan behsa rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê ya li şikestdana terorîstan û asta hemahengiya di navbera hêzên Pêşmerge û hêzên hevpeymanan kirin û proseya meşq û rahênana Pêşmerge bi nimûneyî wesif kir.

Li beşekî dinê vê kombûnê da Serok Erkanê Artêşa Brîtanya piştevaniya welatê xwe ji bo Herêma Kurdistanê û hêzên Pêşmerge li hemû qonax û rewşek da dûpat kir. 

Nêrînek

  1. Dûjminî dagirker êdî wekî ew salen derbas bûyîn da tû caran nikare erîseke li ser axa Kurdistan'ê bike, ji serîda Amerika û devleten NATO'yên jî wê basûre Kurdistan'ê ra gelek tekîliyên xwe hene û gelek, gelek alîkariyên jî dikine. \r\nJi bo we ez dikarim bejim, wekî teye zanîn dûjminî Kurdistan'ê ji bo berê azad bûyîne heremeka Kurdistan'ê bisekine, ji bo wen jî ew ceteye îslamî DAIS ra erîse basûr (Sengal) û rojavayê Kurdistan'ê (Kobanê) kir, li dijî ew erîsên ew ceteye îslamî gele meyê her car parcê Kurdistan'ê pistgiriyen hewdû kirin û ew erîse ceteye îslamî pasta awitin. Taban ji bo wen jî ji serîda pistgiriye Amerika û devleten NATO jî bi balafrengan topbaran kirin û ji bo cekan jî her deme alîkariye Pessmerge û PKK, PYD kirin. Eger ew alîkariye nebûya Kurdîstan'ê wekî mînek ew salen derbas bûyîn da careke din ji aliyen dûjminda talan bikirana û bê hezaran însanen me bêhatina kûstin. Bê gotinen ew devleten bere cep xûya dikirin ji bo we xebatek bas nemesandin û wekî teye zanîn em jî bere difaha cepemaniye dikir. Ji bo wen jî bangeke min ji gele me Kurd'ra heye êdî dev ji ew siyaseten bere berdin, eger hûn berdevam bikin we deme ew devleten nûhî pistgiiriye Sengal û Kobanê dikine careke din ebeden alîkariye nakin, derek em însanen Kurd bicke ji bo nerînen xwen da gûhartine bikinî.\r\nEz gelek û gelek spasiye Amerika û devleten NATO dikim alîkariye berxwedana Sengal û Kobanê kirine..

Nerîna min :