Polîtîk

Bozyel û Atalay hevdîtin

Enqere –  Wezîrê Navxwe yê Tirkiye Beşîr Atalay di çerçova vekirina demokratîk de partiyên kurda dibîne. Ji berî niha serokê BDP-ê Selahattîn Demîrtaş re hevdîtinek kiribû.Doh li gel serokê Hak-Par-ê Bayram Bozyel hevdîtinek pêkanî. Li ser vê hevdîtinê Hak-Par-ê daxûyaniyek belavkir. Ev daxûyaniya Hak-Par e.

Serokê me yê Giştî Bayram Bozyel, tevî Cîgirên Serokê Giştî Fehmî Demîr û Celal Yildiz, di 16ê meha Adarê de bi Wezîrê Hundirîn Beşîr Atalay re, di barigeha wezaretê da hevdîtinek çêkir. Hevdîtin li ser daxawaza Wezîr pêkhat.

Koordînatorê rêlibervekirina Kurd/demokratîk Birêz Beşîr Atalay di hevdîtinê de li ser pevajoyê sekinî u derbarê gavên ku ji alî wezareta wî û hukumetê ve hatine avêtin agahî da. Birêz Atalay herweha ji bo pêşdebirina pevajoyê  daxwaza piştgirîyê kir.

Serokê me yê Giştî Bayram Bozyel jî di hevdîtinê de nerîna partîya me ya derbarê pevajoyê, gavên ku di vê navberê de hatîne avêtin û hîn divê bên avêtin anî ziman. Bozyel di axaftina xwe da li ser girîngiya peşdebirina pêvajoyê sekinî û got; “Ji bo avakirina demokrasîyê, ji bo tesfiyekirina hukmê mîlîtarîzmê û ji bo pêşdeçuyîna di çareserkirina pirsa kurd de lazim e hevgirtinek di navbera hêzên demokrat û guhartinxwaz de were pêkanîn.

Di  hevdîtinê de pirsgirekên li pêşiya pêvajoyê hatin rojevê û ji bo serkeftina pêvajoyê li ser hewcedariya diyalogê qeneetek müşterek derket holê.
Hevdîtin bi awayekî berhemdar û bi dilsozî pêkhat û ji seetek zê detir ajot.

 

Back to top button