Polîtîk

Bozyel: Divê Kurd siyasetek hevpar peyda bikin

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta Kurdistanê Bayram Bozyel, di derbarê hilbijartinên herêmî de ji çapemeniyê re axivî û anî zimên ku divê Kurd siyasetek hevpar perda bikin û bê qeyd û şert piştgiriya tu kesî nekin.

Bozyel, anî zimên ku destkeftiyên CHP yên sala 2019 û dengên ku li metropolan wergirtin bi saya serê Kurdan çêbûn û got: „Di van salên dawiyê de hikûmeta AKP gelek zulm û zor li Kurdan kirin, qeyûm danîn serê Kurdan û destkeftiyên Kurdan bûn armancên êrîşên dewletê, lewma Kurdan li metropolan piştevaniya berbijêrên CHP kir“.

Bozyel, amaje bi wê yekê kir ku di van hilbijartinan de ew garantî nîne ji ber ku şaredarên ku bi dengê Kurdan li wan metropolan hatibûn hilbijartin ji bo Kurdan tu xizmetên taybet nekirin ku bibe bersiva dengên Kurdan.

Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîsta  Kurdistanê tekez kir ku divê Kurd bi rengekî giştî di derheqa hilbijartinên herêmî de siyasetek hevpar peyda bikin, li hev bikin û hewl bidin ku bajarên Kurdistanê yên di destên qeyûman de ne paşde bistînin.

Bayram Bozyel,  herweha got: Divê Kurd hilbijartinên 31ê Adara 2024 wek derfetekê bi kar bînin da ku karibin di bajarên xwe de xwe bi rê ve bibin.

Back to top button