Blinken ji Sûdanî dixwaze ku, Iraq di kontrolkirina rewşa deverê de rolê xwe bileyze..
Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken peywendiyeke tilefonî bi Serokwezîrê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî re pêkanî û behsa pêşhatên deverê yên dawî û giringiya tekezkirina aştî û seqamgirî û rêgirtina li mezintirbûna rewşa niha ya Rojhilata Navîn kir.
Li dû ragehandina ofîsa Serokwezîrê Îraqê, Sûdanî ji Wezîrê Derve yê Amerîkayê re ragehandiye, “Rêgirtina li xirabtirbûna rewşa niha ya deverê û berfirehbûna hevrikiyan, girêdayî rawestandina destdirêjiyên Israîlê yên li ser Xezeyê û rawestandina hikûmeta Netanyahu ji êrîşkirina ser welatên deverê û bidawîanîna binpêkirinên serweriya welatan û qanûnên navdewletî ye.
Herwesa Wezîrê Derve yê Amerîkayê xwasteka Amerîkayê tekez kir, ku Îraq rolekî erênî di kontirolkirina rewşa deverê û rêgirtina li zêdetir mezinbûnê ji aliyên cuda yên wê hevrikiyê ve bigêre û Îraq ji bo piştevanîkirina seqamgirî û aştiyê li deverê li ser bizavên xwe berdewam be.