Cîhan

Bişar Esad heywane

Serokê Amerîkayê Donald Trump dibêje ku, Pûtîn piştgiriya ‘kesekî gelekî pir xirab kir’ ev hevkarî Rûsyayê di nava cihanê de nebaş dide nişandan.Serokê Amerîkayê Donald Trump di hevpeyvîna xwe ya Fox Businessê re behsa rwşa Suriye î serokê rejima vê welatî dike.Sedemê bûyerên Suriye pişgiriya Rusya ji Esad re ye. Trump dema behsa karanîna çekên kîmyawî û mirina zaroka kir got: Esad wek heywanekiye.Donald Trump di axaftina xwe de got: “Heke Rûsya neçûna Sûriyeyê û piştgiriya wî heywanî nekirbûna tu pirsgirêk li holê nedima. Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn piştgiriya kesekî pir xirab kir û ev hevkarî jî Rûsya li cihanê nebaş nîşan da.”Trump êrişa Amerîka ya li hemberî baregeha Şayrat a Sûriyeyê jî nirxand û di dirêjiya axaftina xwe de got: “Dema ku min dît însan rastî çekên kîmyewî tên, dema min dît ew zarokên delal li ser destê bavê xwe can didin hemen li Wezîrê Parastinê James Mattis geriyam.” 

Balkêş e ?
Close
Back to top button