Cîhan

Biryara tayîn kirina qeyûman, ne biryareke hiqûqî ye

Biryara tayîn kirina qeyûmên ya li ser şaredarîyan tune hesibandina îradeya
dengdêrane.

Wezareta Navxwe ya Dewleta Tirkîyeyê, roja 19.08.2019an Şeredarên Amed, Wan û
Mêrdînê ji kar dûr xist û li cîhê wan qeyûm tayîn kir.

Di hilbijartinên 31ê adara 2019an de gelê Amedê, Wanê û Mêrdinê, bi dengdanê,
şaredarên xwe hilbijartibûn. Ev biryara tayîn kirina qeyûman ya li ser her sê
şaredarîyan, birayereke anti demokratîk e û îradeya gelê van bajaran tune
dihesibîne. Helbete ku qeyûm nayên qebûl kirin.

Biryara tayîn kirina qeyûman, ne biryareke hiqûqî ye. Aşkere ye ku , ev biryar di eslê
xwe de, weke wan êrîşên eskerî, weke wan girtin, hefs kirin û dozên ku têne vekirin,
biryarên sîyasî ne. Ev biryara tayîn kirina qeyûman, nîşana tune hasibandina îradeya
gelê Kurd e, nîşana binpê kirina azadî û demokrasîyê ye.

Belê, me gelek caran gotibû û em nuha jî dibêjin ,Dewleta Tirkîyeyê, divê dest ji vê
sîyaseta şîdetê, tûnd û tûjîyê ya ku li ser dijayetîya Kurdan ava kirîye berde.Divê em
gişt di çareserîya hemû pirsgirêkan de rêya dîyalogê esas wergirin û ji bo çareserîyê,
bi rê û rêbazên demokratîk û sîyasî divê gav bêne avêtin. Rêya herî rast û maqûl ev
e. 19.08.2019
Buroya Çapemenî û Ragehandinê ya PAKê

Balkêş e ?
Close
Back to top button