Polîtîk

Biryara hukumetê li himber HDPê

Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê bi tohmeta ko pêwendiyên wan bi PKKyê re hene û piştgiriya PKKyê dikin, dest danî ser 3 şaredariyên bajarên mezin ên Diyarbekir, Mêrdîn û Wanê yên Partiya Demokratîk a Gelan HDPyê.

Şaredarê Diyarbekirê Selçuk Mizrakli, Şaredara Wanê Bedîa Ozgokçe û Şaredarê Mêrdînê Ahmet Turk ji kar hatin dûrxistin û li şûna wan, parêzgerên her 3 bajaran wekî qeyyûm hatin erkdarkirin. Digel vê yekê li 29 bajarên Tirkiyeyê herî kêm 418 endam û alîgirén HDPyê hatin desteserkirin.

Hevserokê HDPyê Sezaî Temellî nerazîbûneka tûnd nîşan dide û destdanîna ser şaredariyan wekî derbeyeke siyasî penase dike. Temellî dibêje ew dest ji siyaseta demokratîk bernadin lê divê opozîsyona Tirkiyeyê jî bêdeng nemîne. Êrîş ne tené dijî HDPyé û xelkê kurd e. Érîş li dijî hemû xelkê Tirkiyeyê hatiye kirin.
CHP jî bi erenî pêşwaziya HDPyê dike û dide zanîn ko Serokomariya Tirkiyeyê li dijî namûsa sindoqên hilbijartinê derbe kiriye.

Pêşengên berê yên AK-Partiyê jî nerazî ne. Serokomarê berê yê Tirkiyeyê Abdullah Gûl dibêje jikardûrxistina şaredarên HDPyê ji bo demokrasiya Tirkiyeyê baş niye. Serokwezîrê berê yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu jî diyar dike ko biryara hikûmeta Tirkiyeyê li dijî sîstema demokrasiyê ye. Kesên bi riya hilbijartinê hatine ser kar, divé bi riya hilbijartinê biçin.

Li ser van nerazîbûnan Serokomariya Tirkiyeyê jî daxuyaniyek belav kir û bersiva rexneyan da. Cigîrê Serokomarê Tirkiyeyê Fuat Oktay amaje dike ko şaredarên HDPyê viyana xelk radestê zexta terorê kirine. Ew neçar in destêwerdana şaredarên piştgirê terorê ne bikin.

Biryara hikûmeta Tirkiyeyê ji bo gelek kes û aliyan nedihat çaverekirin. Lê Serokomaré Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan di 23ê Sibatê de ango mehek pêş hilbijartinan amajeya dest danîna ser şaredariyên HDPyê dabû. Di televîzyonekî taybet de gef li HDPyê xwaribû û gotibû ger di hilbijartinan de HDP serkeve û alîkariya PKKyê bike ewê dest deynin ser şaredariyan û qeyyûman erkdar bikin.

Digel destdanîna ser şaredariyên HDPyê îro li 3 bajarên bakurê Kurdistanê yên wekî Wan, Colemêrg û Şirnexê, dijî gerîlayên PKKyê bi beşdariya 2300 leşkerên pispor operasyoneke berfireh hate destpêkirin. Ev her du bûyerên girîng piştî rêkeftina Tirkiye û Amerîkayê ya li ser heréma ewle ya li bakurê Suriyeyê hat. Lewra Tirkiye dixwest bikeve rojhilatê Firaté lê Amerîka bi wé rêkeftinê ré li ber operasyoné girt. Gelek alî di wê baweriyê de ne ko Tirkiye nekariye ji bo jinavbirina YPGyê Amerîkayê qane bike û rêkeftin ne di berjewendiya Tirkiyeyê de ye. Ev jî vê pirsê tîne bîra mirovî. Gelo Tirkiye dixwaze şikestina xwe ya beramberî YPGyê, bi operasyonén mezin ên dijî HDP û PKKyê veşêre?

Back to top button