Polîtîk

Biryara hikûmeta federal cezakirina girseyî ya welatiyên Herêma Kurdistanê ye

Hikûmeta Herêma Kurdistanê dibêje ku rawestandina mûçeyan “ne destûrî û neqanûnî ye” û “cezayan li ser herêmê ferz dike û ev biryar cezayek kolektîf e ji bo hemî welatiyên herêmê.”

Serokwezîr Mesrûr Barzanî bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Gubad Talabanî serokatiya civîna Encumena Wezîran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

Xala yekem a civînê li ser rawestandina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê bû û Encumena Wezîran biryar wekî “ne destûrî û neqanûnî” bi nav kir.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê bang li hikûmeta Iraqê kir ku biryara Wezareta Darayî di ronahiya Dadgeha Federal de ji nû ve binirxîne.

Encumena Wezîran daxwaz kir ku nameyek fermî ji civaka navneteweyî û nûnerên welatan re were şandin da ku aliyên destûrî, qanûnî û darayî rave bike û daxwaza hevrêzî û piştgiriyê bike da ku pirsgirêka mûçeyan di çarçoveya destûrê de çareser bike.

Di 28ê Gulana 2025an de, Wezareta Darayî ya Iraqê hişyarî da Herêma Kurdistanê ku ew êdî nikare şandina mûçeyan berdewam bike , bi hinceta ku ew ji para xwe ya ji qanûna budçeyê derbas bûye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê erkên xwe bi tevahî bicîh aniye û bi awayekî zelal hemû daneyên darayî û agahî pêşkêşî tîma hevbeş a her du Buroyên Çavdêriya Darayî yên Federal û Herêmî kiriye.

Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Darayî ya Iraqê ji bo pêşîgirtina li rawestandina mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê peymanek îmze kirine.

Back to top button