Civak

Birîna Şengal sarij nebûye

Li ser jenosîda Şengalê, ku Rêxistina Dewleta Îslamiya Iraq û Şamê (DAÎŞ) ya hov û xwînxwar di 03 Tebaxê 2014’an da encam dabû, çar sal derbas bû, lê birîna Şengalê hêşta sarij nebûye, ji ber ku:

Bi hezaran jinên Êzdî, ku ji aliyê DAÎŞ ve hatibûn girtin, hê azad nebûne,

İro jî ji zarokên Êzdî, ku DAÎŞ ligel xwe biribû, çu xeber nîne;

Şengal, ku him di heyama jenosîdê hîm jî heyama rizgar kirinê viran bibû, hê nehatiye avadan kirinê, gelê Şengalê di bin cadiran da, li kampan da dijî,

Şengal beşekê Kurdistan e lê îro jî ji derwayê sinorê Herêma Kurdistanê ye,

Şengalê, ku bi xwîn û canê hêzên Pêşmerge hatibû rizgar kirin, îro jî azad nîne, rêxistinekê xwînxwar û hov HAŞDİ ŞABİ û nokerên wê li Şengalê desthilatdar in.

Partiya Sosyalîst a Kurdistan-PSK,

Di salvegera çaran a Jenosîda Şengalê da carekî dinê xwe şirikê xema gelê Şengal û Êzdî dizane;

PSK banga hikumeta Baxdat dike, ku bona avadan kirina Şengal û qerebo kirina ziyanê gelê Şengalê hewl bide,

PSK banga hêzên mirovdost yan navnetewî û dezgeyên pêyvendîdar dike, ku bona azad kirina jin û zarokên Êzdî pirtir kar û xebat bikin.

Şengal beşek ji Kurdistanê ye, bona vê yêkê PSK daxwaz dike, ku Şengal bikeve nav tixubê Herêma Kurdistan û piştgirê kar û xebatê ye, ku di vê warê da têne kirinê,

Navçeyê Şengal navçeyekê pir dengî û pir rengî ye. PSK piştgirê vê daxwaz e, ku dibêje divê îdareya Şengal di bin serweriya Herêma Kurdistanê da di destê gelê Şengalê da be.

PSK banga Hikumeta Herêmê Kurdistanê, partî û rêxistinên siyasî yên Kurd, dem û dezgeyên sîvîl dike, ku bona naskirina 3ê tebaxê wekî roja jenosîda Êzdî ji aliyê Koma Mîletan va, bi hevra kar û xebatê bikin.

 

2ê tebax 2018ê

Partiya Sosyalîst a Kurdistan

 

Back to top button