Bîranîna şoreşa 11ê îlonê
Çaxê mirov dîroka tekoşîna rizgariya netewayê kurd û Kurdistanê binê ber çawê xwe dê mirov gelek tekoşînên hêja û bi rûmet bibînê.
Çaxê mirov dîroka şoreşa kurd û Kurdistanê binê ber çawê xwe gelek qehraman û tekoşer û pêşmergeyê rizgarîxwazên hêja û bi rûmet dibînê.
Çaxê mirov dîroka tekoşîna li hember dagirker û nijadperestan bînê ber çawê xwe gelek serhildan û berxwedanên birûmet derketine. Di wa berxwedan û serhildanan de gelek rêber bûne bawerîya berxwedan û rizgarîya milletê kurd de bûne nûmûneyên peyabilind û her tim di dilê milletê kurd de bi serok û rêbêrên nemir tên bîranîn.
Di dîrokê de bûne cihê peyabilind.Yek ji van nûmûneyên peyabilind qehraman general serok û rêberê tekoşîn û şoreşe neteweye Kurdistanê Mele Mistafa Barzanîyê nemire.Tekoşîn û xabata Barzanîyê nemir bi roj û heyve nayê îfade kirin.
Di dîroka şoreşe neteweda yek ji van qahraman û genarelê şoreşê mele Mistafa Barzanîyê nemir û pêşmergeyê qehramanin. Berî 65 salan di demek pir zor û zahmet piştî şerê cîhanê ya dûyemînde di roja 16 tebaxa 1946 ê di rêberî û pêşengîya serokê netewe kurd nemir serok û rêber Melle Mistafa Barzanî,Partîya Demokrata Kurdistan hate damazrandin.
Belê avakirina Partîya Demokrata Kurdistan ji pêdivîya pêvajoyek dîrokî bû, ji pêşî dîtîna pêvajoyê bû, ji bo wê yekê bû ku miletê kurd di yek rêk û rêbaza netewayî da bi rêkewê.
Ji bona serxwebûn û azadîya Kurdistanê bi rêxistinek netewî da gavên giring ber bi serxwebûn û azadîyê we verîn awêtin û li seran serê Kurdistanê li roj hilat,roj ava başûr û bakur li hember zordarîyê verê rûxandin û mafên miletê kurd û bi teybetî mafên mirovên kêm netewayê li Kurdistanê jî verê parastin. Partîya Demokrata Kurdistan ,li ser prensîpên bingehîn tekoşîna wê her ji bo mafê miletê kurd bi rêç û rêbazê demokratîk û aşîtîyana xabat û tekoşînê encam bidê bû. Felsefeye şoreşe qehramanê nemir Mele Mistafa Barzanî û damazrandina, Partîya Demokrata Kurdistan rêç û rêbaza dîyalog û aşîtîyê bû, ê dagirkeran û nejadperstan ev rêbaz fêhm nekirin.
Li ser axa Kurdistanê û li himber miletê kurd red û mandelekirina kurd û qetlîamên xwe berdavemkirin. Dagirker û nejadperstên xwînxwar netewaye kurd ji hemû mafên xwe yên bingehîn bê bahrkirin waletên wan bê xwesteka wan perçe perçe kirina kurdistanê û xitimandina rîyê dîyalog û aşîtîyê berdevam kirin.Qûnax û pêvajoyê da nîşandan ku dijmin reç û rêbazên aşîtî û dîyalogê fêhm nakê û na xwazê.
Serokê nemir qehraman mele Mistafa Barzanî wiha di bêjê: “ xwedayê mezin şahide ez naxwazim şer bikim lê we ez mecbûr kirim.“
Helbet ide Partiya Demokrata Kurdistan bi rêxistînî û serkefinênên nîşîvîyên ji hev cuda cuda li paş xwe bi hêlê ji qûnaxa rêxistînê derbasî qûnaxa şerê çekdarî bibê û di wê qunaxê da û biryara şoreşe mezina 11-ê Îlonê sala 1961- ê de bi serokatîya general qehramanê nemir Mele Mistafa Barzanî şoreşe herî mezin go di rojhilata navîn da li dijî dagirkere û nejadeperestan û li dijî zor û zordestîya dijmin dest pê kir.
Partiya Demokrata Kurdistan û bi rêberî û serokatîya qehramanê nemir Mele Mistafa Barzanî da hatîye bi rêvebirin. Bi rêber û rêvebir û pêşmergeyê qehraman li ser xaka Kurdistanê û çîyayê vê û hemû gelanên Kurdistanê bi netewe û olên xwe ji hev cuda cuda kom bikin li dijî dagirkeran û nejadetperestan serî hildan.
Şoreşa 11-ê Îlonê yek ji wana mezintirîn şoreş û tekoşîna çekdarîya netewayî ya Rojhilata Navîne. Şoreşa Îlonê di pêşengîya partîya Demokrata Kurdistanê rêber û pêşengê wê yê mezin Barzanîyê nemir li ser axa Kurdistanê û çîyayê vê himbêza xwe vekirin û bûne landik ji bo şoreşê. Rejîma baas li hember şerê çekdarîya di pêşengî û rêvebîriya Barzanîyê nemir û pêşmergeyê qehraman da gor begor neçarîket rê li ber danustandinan û gûftûgoyen vekir û bû serdemê peyman û dan pêdane mafên netewayî ew jî pêkhat weke peymana dîrokî ya 11 ê adara 1970 ê.
Bi saya vê şoreşa mezin û qurbanîdanên nemiran netewaya kurd zêdetir nêzîkî mafên xwe yên reva bû, bêgoman qunaxên piştî van Şoreşa Gulan pêşkeftinxwaza dirêjî şoreşe mezina 11 îlonê û serhildana sala 1991 ê li Başûrê Kurdistanê bi qurbanî danan li ser axa xwe bûn û her Partiya Demokrata Kurdistanê bi pêşengî û serokatîya serok Mesud Barzanî rêberî û serokatî ji van şoreş û serhildanan ra kirin.
Bêgoman Şoreşe 11- ê Îlonê ji bo serbestî û azadîya netewaya miletê kurd bi qurbanîdanên şehîdên can gorî ya van û hata niha û bi cengeveriya pêşmergeyê qehraman û bi felsefeye şoreş û rêç û rêbaza serokê qehreman Mele Mistefa Barzanîyê nemir û di serokatîya,serok Mesud Barzanî da,û can fedayê şehîdan, devlete federala Kurdistan avabûye.
Bi vê minasebeta bîranîna Şoreşa Îlonê silav û rêzê xwe jî serokê devlete federala Kurdistanê birêz Mesud Barzanî û serkirdayatîya Partiya Demokrata Kurdistan û malbatên enfalan re û malbatên can gorîyê şoreş û serhildanan ra bîşînîn û bi hezaran qevtên gul û nérgizan li ser gorên şehîd û can gorîyên Kurdistanê û serverê mezin serokê netewaya milletê kurd qehramanê nemir Mele Mistefa Barzanî û kek Îdrîs Barzanîyê her tim zindî be.
Bîjî kurd û Kurdistan
Ahmet Acar
Nûnerê
Tevgere Kurdên Demokrat
Bakurê/ Kurdistan