Polîtîk

Hemî aliyên Kurdistanî di serokatiya Barzanî de dicivin

Parliyamenterê Iraqê yê ser bi Hevgirtina Kurdistanî ve Mueyed Teyib di bêjedanekê de ji PNA re ragihand, ku biryar weha ye hefteya bê bi serokatîya Mesûd Barzanî serokê Kurdistanê kombûneka berfireh li Hewlêrê bê sazkirin. Mueyed Teyib ragiahand, ku dê hemû berpirsên Kurd ên di nav hukûmet û parlementoya Iraqê de û hemû berpirsên herêma Kurdistanê û endamên parlementoya Kurdistanê di vê kombûna berfireh de amade bibin.
 
Di vê derbarê de Tayib got: Ev kombûn li ser daxwaza hemû partî û bizavên siyasî yên herêma Kurdistanê tê çêkirin. Ev kombûn di qonaxek gelek zîz û girîng de tê pêkanîn.

Ji aliyekî rewşa pêwendiyên Kurdistanê û Iraqê ji aliyek din jî êrîşên Îran û Tirkiye li ser herêma Kurdistanê, giringiya vê civînê zehftir dike. Herweha dê di civînê de rewşa deverên  dabiriyên Kurdistanê (deverên ne li ser hukumeta Kurdistanê vene) jî dê bête gotubêj kirin.

Back to top button