Civak

Bîranîna hozanek Kurdistanî

Cano Amedî bi nivîsekî de, Hozan Hamîdo(Hamit Gezgincî) bi bîr tîne.. 

Hozan Hamîdo, Hamît Gezginci, birayê Ezîz û Dilovan, mêrxas û egîtê roja giran.. Xwedî huner û dengê zirav, te serê xwe di cehennema “5 nolu” yê de ne tewand lihemberê dijmînê xwînmij û dagirker de. Di tarîtî û tenêtîya kûraya zîndana amedê de, tu û hevalên xwe xwedî pirêzeyek bi rûmetbûn.. Tu derkekî derve lê dijmîn û xulamokên wan dev ji te bernedan… Ji deng û hunera tirsîn…  Ked û dilsozîya te û hevalên te weke kelemek di mêjîyê wan yê gemarî de cîh girtibû..Bi kuştinê xwestin rê bigirin. Lê karvanê serxwebûna Kurdîstanê di meşe. Lİ seran serê Kurdistan dengê pêşmergê kahraman deng dide. Bİ hêrs û bawerîyek mejin weke roja 12 İlonê 1980 de li hemberê dijmîn te û hevalên xwe bihevra diqêrîyan û bi dengekî bılınd “KÎNE Em- EY BİLBİLÊ DİLŞAD we digot îro jî ew deng “WA HATİN PÊŞMERGÊN ME” ………..  Ez te bi germaya wan rojên biratîyê bibîr tînim û cihê te bihûşt be. Tu her tim weke cangorî û şehîdên KUrdîstanê nemir bî … Te carek din bi rêz bibîr tînim.. 

Ev strana Hamîdo dibêje, soz û gotin ya Hamîdo bû di zîndana Amedê de, di bin zilma dijmîn de nivîsî û maqam dayê. Hamîdo ji kevçîyê dar tembûr çêkir û ji benê gorê têla sazê ava kir. Hamîdo bi rastî xwedî ked û fedakarî bû.. Ne ji wan “stranbêjên” ked dizî bû! Hamîdo mêrxasek ji dil bû.

Cano AmediEv nivîs ji rûpela facebook a Cano Amedî hatiye girtin.

Back to top button