Civak

Biranîna Barzaniyê nemir

Mele Mistefa Barzanî rojek weke îro hate dinê û îdî nemir, her zindî maye.
Mele Mistefa Barzanî xwedîyê têgihanek netewî, ramanek welatparêzî, baweriyek xurt bû.
Ew hişek nû bû li ser vê axê. Ewî şer nedixwast, ew  aşiqê şer nebû, lê ji bo aşîtî, azadî û aramiyê ji şoreşê ji nerewiya.

Di wan şertên çetîn û giran li pêşber dijminê xûnxar û xedar ne hêla ku qerekterê şoreşê xirabê, ti caran ser li çalakiyên kû bibê sedemê şoreş bi teroriyê bê itham kirin, nekir.
Ew li mafê Kurd ê rewa gera û şêwaza wî jî rewa bû, meşrû bû. Di gel gelek taybetmendiyan Mele Mistefa Barzanî ew bû kû di şoreşê da him leheng bû, him jî pêşmerge bû.
Mirinê nekarî wî ji nav me bibe, lewra navê Mele Mistefa Barzanî bi şoreşa Kurdistan re bûye yek wate.

Mele Mistefa  Barzanî bi tekoşîna xwe, bi ked û zehmetiyên xwe ji mirinê ra ferman xwendiye.
Mele Mistefa Barzanî di her astê de, ji bo yekîtiyê xebitî, gava mijar di bû ya gelê Kurd, ji ti fidakariyê xwe ne dida paş.
Nefspiçûk bû, li pey ezîtî ne bû, bîrewerbû, zana bû.
Şahidê wî dîrok e ku dibê “bila gora min ji ê ti pêşmerge bilindtir nebê” .

Ti çi xweş mirovî ku te li pey xwe kûrek wek Mesud hêla ku dibê: “Ji min ra paya herî bilind, û bi rûmet pêşmergeti ye.”
Ew Mesûdê kurê Mele Mistefa’ye di dema vekirina Zankoya Dihokê rektor xast cilê( cube) akademîsyeniyê lê wergire, lê wî evî yekê qebûl nekir bi vî rengê li wan bang kir: ”  Karê we ne ewe win îltifatê li serokdewletan bikin divê win di xizmeta zanyarî û zanistiyê da bin, ez pêşmerge me û cilûbergê min jî şal û şepikin”. zarüwên şêran jî her şêrin.

Dîroka gelê Kurdistan de ti rojek bê êş û azar tine, lê bi taybet Meha Adarê, Ji Kawa heta pêşewa Qadî Mihemed û heta bighê Mele Mistefayê nemir bi dehan bûyerên şoreşê di xweda civandiye.

18 ê Adarê 1988 karesata Helepçe’ye,
31 ê Adarê 1946 Pêşewa Qadî Mihemed,  damezrênerê Komara Kurdistan, li qada Çarçira hate daliqandin,

Dîsa serhildan û raperîna Dêrsimê, di meha Adarê da rû didê,(20-21 Adarê 1937 da pira Xarsik hildiweşînin û li dijî qolonyalîzmê serhildan destpê dike)
Bizava Xalid Begê Cibrî û Şêx Seîd di dûmahîka Meha Sibatê serê Meha Adara 1925 an da destpê dike,
Koçgirî, di 6 meha Adarê sala 1921 an de çiriskê şoreşê dibiriqîn e

Em Mele Mistefa Barzanî bi mîrasê kû ji me ra hêştiye bi bîr tînin. Kû dilpak bû, fedakar bû, nefsbiçûk bû, ramyar bû Generalê Qadî Mihemed bû û pêşmergeyê gelê xwe bû.Kahramanê şoreşê bû.serok û rêberê netewe Kurdistan bû.

Salvegere rojbuna Mele mistafa Barzanîyê nemir bi bîr tînin.

Bijî yekîtîye rêbaza Barzanî

Bijî yekîtiye netewî û demokrat

Bijî kurd û kurdistan

Bijî pêşmergeyên kahraman

KOMİSYONA İNSİYATİFE YEKİTİYE PDK
BAKURÊ/ KURDİSTAN

Back to top button