Rojev

Bilek: Heta pirsa Kurd çareser nebe Tirkiye nabê welatekî Demokratîk

Siyasetmedar û Nivîskar Dara Bilek li bernameya Zelal ya Televizyona ARK de paketa Erdogan ya ji bo Tirkiyê dinirxîne. Bilek dide zanîn ku li vê paketa Erdogan de ji bo berjewendiya doza gelê Kurd xalekî berketî tûneye. Helbet ji bo rakirina qedexeyên yasayên berê xalên baş têda heye lê belê ji bo çareserkirina pirsa Kurd tişteke berketî têda tûne û ew xalên hatine kirin jî ne bi navê Kurd û Kurdî û Kurdistanê hatiye kirin.

Her wiha Bilek dide zanîn ku ew bawer nake ku ev paket li gel Ocalan hatiye amadekirin lê belê dibe ku ev gav ji bo hilbijartinên herêmî yên Tirkiyê hatibe avêtin. Her wiha heta li Tirkiyê pirsa Kurd çareser nebe Tirkiye nikare bibe welatekî demokratika rast.   

Back to top button