Polîtîk

Barzanî: Li van 6 salên derbasbûyî dehan hewlên terorîstî hatine pûçkirin

Berî nîvroya îro çarşem 09.10.2013 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Selahedîn pêşwaziya birêz Brono Sakomanî Balyozê nû yê Kanada li Iraqê û şanda li gel kir.

 

Di destpêka hevdîtinê de Balyozê nû yê Kanada, xweşhaliya xwe ji bo rexsandina hevdîtina li gel Serok Barzanî û hatina xwe ya Herêma Kurdistanê ragihand û xweşhaliya xwe jî derbirî ku welatê wan vê derfetê pêdaye li Iraq û Urdin ji bo pêşxistina peywendiyan kar bike. Sosretiya xwe jî ji bo Herêma Kurdistanê derbirî û ragihand: Ev dîmenên li vir dibînim gelek cûdaye ji wan dîmenên ku min berê bihîstibû, hun li herêmekdane ku bi kêşe û nearamiyê hatine pêçan lê belê we kariye aramiyê ji bo xelkê xwe desteber bikin, eve jî destkeftekî girînge. Her wiha ji bo serketina hilbijartina Parlemena Kurdistanê pîrozbahiyê li gelê Kurdistanê kir.

 

Her li vê hevdîtinê de Balyozê nû yê Kanada dilgiraniya xwe jî bi kirdara terorîstiya meha derbasbûyî ya li Hewlêrê derbirî û ragihand: Gelek bi wê rûdawê dilgiran bûyîn, dizanîn teror êrîşekî cîdiye û Kanada jî li bin êrîşa terorêdaye, lê belê dizanîn bi sedema hilketiya herêma we ve herdem hewla têkderane hebûne û dezgehên emniyên Herêma Kurdistanê li berê jî gelek hewlên terorîstiyan pûçel kiriye û eve jî nîşana karê zêdeyê û şarezayî û şiyana wan dezgehane, xweşbextane jî me bihîst plandarêjerên kirdara terorîstiyê hatine destgîr kirin û pîrozbahiyê li we dikin. Her wiha amadehiya welatê xwe jî ji bo hemû cûre hevkariyek derbirî.

 

Balyozê nû yê Kanada ragihand ku piştî hatina min ya vê derê hest dikim welatê min bi cîh maye û divê gelek kar bikîn heta bigihîn wan welatên li pêş me ve hatine vir, ji bo wê yekê li van şeş mehên li pêş de me planekî karkirinê heye û hewl didîn dereng hatina xwe çareser bikîn û li hemû waran da peywendiyên xwe berev pêş bibîn, hinek ji wan jî piştgirîkirina beşa pêşxistinêye ku li sala 2010 ve ji Iraqê çûyîn û me plan heye li meha pêş de vegerîn Iraqê heta dest bi çalakiyên xwe bikîn.

 

Her wiha ragihand: Zanîngehên Kanada li welatê Urdin gelek çalakin, demeke nêzde li gel nûnerên zanîngehên me diaxivim û wan teşwîq û han didîn bêne vir jî xwendekaran werbigrin. Her wiha got: Hejmarekî kêm li kompanyayên welatê me li Iraqê kar dikin û serketî jî bûne, ji bo wê yekê wan teşwîq dikîn ku hejmara kompanyayên Kanada zêdetir bibin wekî hevkarên xwe bêne vir kar bikin.

 

Li beranber de Serok Barzanî bi xêrhatina şanda mîhvanan kir û xweşhaliya xwe jî ji bo pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Kanada li warên cûr bi cûr de nîşan da. Di derbarê rewşa emnî jî ragihand ku li şeş salên derbasbûyî de dehan hewlên terorîstan hatine puçel kirin, me baweriyeke tevahî bi şiyan û şarezayî ya dezgehên emniyên xwe heye, her wiha me baweriyeke tevahî jî bi gelê xwe heye û dizanîn tu demekî terorîst nikarin bikevin nav xelkê me, xelk hevkar û piştevanê dezgehên emnî ne, her ji bo wê yekê herdem di demeke kêm de tawanbar hatin peydakirin û rêkarên yasayî beramberî wan hate girtin.

 

Back to top button