Bîlançoya windahiyên PKKê li deverên di bin kontrola YNKê de

PKKê li ser bingeha dijberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebûna xwe li Başûrê Kurdistanê ava kirîye. PKKe Ji bo ku vê dijayetîya xwe veşêre, hewl dide ku pirsgirêkê wekî pirsgirêkek li gel PDK ê nîşan bide. Ji ber vê sedemê, rêvebirîya PKKê ji bo ku PDKê reşbike kampanyayek mezin da ye dest pê kirin. Serkêşiya vê kampanyaya dijî PDKê jî medyaya PKK ya ku tu nirxên exlaqî û prensîbî nasneke, dimeşîne. Medyaya PKKê di belavkirina nûçeyên derew, reşkirin, û berevajîkirina rastiyan de pir bi profesyonelî tevdigere. Rêveberiya PKKe bi rêya medyayê rewşa xwe ya aloz vedişêre, û heman demê de jî partîyeke weke PDKê ku ji bo Doza Neteweyî ya Kurdistanê xwedî mêjûyeke dêrîne, ji xwe re dike armanc.

Rêveberiya PKKê PDKê berpirsiyara hemî têkçûnên xwe dibîne. Bi taybet  meha Golanê de, PKK dixwaze ravekirinek wekî “me di şer da Tirkiye têk birîye, lê PDK bi hewara wan hat û wenake ku em dewleta Tirkiyê binbixîn” belav dike. Yên PKKê nas nekin dibe ku bibêjin qey PKKê axa bakur hemû rizgar kirîye tenê cihê may ku rizgar bike ev xeta sînorê başûrê Kurdistanê ye.

PKK li Bakurê Kurdistanê li dijî dewleta Tirk di warê leşkerî de têk çûye û nikare xwe bilapitîne. Di pêkanînên Rojava yên wekî Efrîn û Serêkaniyê de, hate dîtin ku PKK nikare dewleta Tirk bi leşkerî rawestîne. Li her du perçeyên Kurdistanê (Bakur-Rojava), PKK di warê leşkerî de tena serê xwe ye, lê di rewşek pir xeternak da ye.

Tevî vê rewşa xwa ya lewaz, PKK îdîa dike ku ewê Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê tune bike. Û dixwaze windahî û têkçûnên xwe bike stoyê PDKê. Bi vê rêbazê jî mejîyê gel şolî dike. PKK îdîa dike ku PDK di derbarê hêzên wan yên leşkerî de agahîyan dide dewleta Tirk. Û ew gelê başûr bi giştî weke ajanên dewleta Tirk tawanbar dike.

Lêbelê, çend sedemên bingehîn ên windahiyên PKK ê li Başûrê Kurdistanê hene. Ji vana ya yekem; Mîtê di nava refên PKK ê de pir rêxistin kirîye, li kêleka vê; karanîna têlefon, radio, wesayît û motorsîkleta mecalê kontrolê dide dest Tirkan. Bi amûrên şopandina teknîkî ve dewleta Tirk pir pêşkeftîye û pêngav bi pêngav PKKê dişopîne. Her weha bi Drone jî hêrêm hertim tê çavdêrî kirin.

Ya duyemîn; Pir agahdarî ji hundirê PKK bixwe ji Tirkan re diçin. Cihê ku sivîl lê tune û PKKê çi carî nehîştiye ku sivîl têkevin wê deverê jî, PKK windahiyên mezin dide. Em Dipirsîn, gava firokên Tirka li wasayîtekê dixin ew çawa dizanin ka kî di wesayîtê daye û pilaya wî çîye? Lê nûçeyên Tirkan binêrin gava bordûman kir dibêje me ev fermande kuşt. Ger ev îstixbaret ne ji hundir çûbe ma wê Tirk çawa bizanin ku li kê xistîye. Her weha têkilîyên PKK ê bi rêxistinên îstîxbaratê yên wekî Zanyarî, Îtîlaat û hwd re jî hene. Wekî din, Mît bixwe jî di nava PKKê de pir baş rêxistin kirîye. Dûrahiya di navbera avahiya fermî ya Mîtê a li Silêmaniyê û sê saziyên PKK ê de tenê 1.5 km e. Ango, avahiyên PKK û Mît ê li Silêmaniyê cîran in. Bi taybetî dewrûberên PKKê li Silêmaniyê, piraniya karmendên wê bi Mîtê ve têkildar in. yanî, çavkaniyên Mîtê yên esasî di hundurê PKK bixwe da ne.

Ji sedî heştê êrîşên hewayî yên li ser PKKê li navçeyên bêşer, bitaybet windahiyên rêveberan, li xetên Qendîl, Asos û Silêmaniyê, ku deverên di bin kontrola YNK ê dane, têne jîyan. Tevî vê yekê, PKK PDK ê ji hemî windahiyên xwe berpirsiyar dibîne. Ji bo ku zirarê nede têkilîyên xwe yên bi YNK ê re, ew windahîyên xwe yên deverên YNK ê vedişêre.

Çîrokên ku PKKe vedişêre

Dîyar Xerîb

Dîyar Xerîb karmendê PKK ê û endamê Civata Serokatiyê, hevserokê berê yê PÇDK bû, div ê bûyerê de PKK dîsa PDK û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tawanbar kir. Lêbelê, Diyar Xerîb çû bû bajarokê Qeladizê, ku di bin desthilatdariya YNK de ye, û wî bi hin hevalên xwe yên YNKê û kesên ku wî ji Silêmaniyê dewetî civînê kirîn re axivîbû. Xerîb piştre di 27 ê Hezîrana 2019 an de Qeladizê derket û çû Qendîl ê. Di rê de, wî silav da seytera li xala pişkinînê ya YNK ê li bajarê Sengeserê. Piştî 20 xolekan, wesayîta wî li filke yên Kortek bû hedefa balafirên şer ên Tirkiyê. Balafirên Tirkan di serî de wesayîtek sivîl a li pişt wesayîta ku Dîyar Xerîb tê de bû hedef girtin. Roketa duyemîn li wesayîta ku Dîyar Xerîb têde bû ket. PKKê dixwest ku mirina Dîyar Xerîb biveşêre. Di çapemeniyê de, tenê 4 sivîl û 5 kesên birîndar ên ku di wesayîta sivîl de jiyana xwe ji dest dane, hatin ragihandin. Lêbelê, piştî daxuyaniya dewleta Tirk di 7 ê Tîrmehê de ku digot “Dîyar Xerîb hate kuştin”, PKK ê dîroka bûyerê guhert. Wan dixwest bûyera Dîyar Xerîb veşêrin û got ku ew di 5 ê Tîrmehê de hate gulle baran kirin.

Di vê bûyera Dîyar Xerîb de, endamekî PKK ê yê payebilind û navê wî di lîsta dewletê de bi rengê pirteqalî de heyî ku bi kod navê Dewran (Murat Gündüz) dihate naskirin jî li wesayîtê de bû.

Qasim Engîn      

Rêveberekî dinê payebilindê PKKê, ku di herêmên YNKê de jiyana xwe ji dest dayî, Qasım Engîn bû. Çîroka kuştina Qasim Engîn jî ji hêla PKK ê ve hate berevajî kirin. Qasim Engîn, endamê komîta navendî a PKKê bû. Di 27 Gulanê de li gundê Sefreyî yê ser bi bajarokê Mawet li gel çar gerîlayan hate hedef girtin. Mawet tenê 65 km dûrî bajarê Silêmaniyê ye. Tevî vê yekê, PKKê dîrok û cîhê bûyerê guherand da ku sîber li ser têkiliyên wan û YNKê ne çêbe. PKK ê cihê bûyera Qasim Engîn li devera Bradost destnîşan kir. Devera Bradost di bin kontrola PDK ê da ye. Bi vî rengî, PKK ê dîsa bûyer lêkbada we kir ku rola YNK ê veşarê.

Gelo armanc her sê endamên komîteya têkilîyên derve yên PKK ê bo an jî Riza Altûn bû?

Di 21 ê Adar a 2019 de, du wesayîtên PKK ê ji Qeladizê ber bi gundê Jarawa ve di çûn; yekê de damezrinêrê PKK ê Rıza Altun hebû di wasayîta din de jî  Serhat Varto (Emrullah Dursun), Sinanê Sor (Ali Aktaş) û Navdar Amed (Mikail Özdemir) hebûn. Ew di wê rêya ku Dîyar Xerîb têde jîyana xwe ji dest dayî de di çûne Qendîl. Di bin nuqteyên kontorula YNK ê de derbas dibûn. Piştî demekî kin balafirên şer ên Tirk rokêta yekem avêtin wesayîta ku sê endamên komîteya Têkilîyên Derve yên PKK ê têde bûn. Her sê endamên PKK li wir jiyana xwe ji dest dan. Wesayîta Rıza Altun ji rokêtê bi zirarek hindik ve felitî. Riza Altun birîndar bû. sayêqê wesayît ber bi Qeladize ve ajot. Wî dixwest hem şopa xwe li bajêr winda bike û hem jî Riza Altun bibe nexweşxanê. Li navbera Kortek û sengeserê bi bo cihê nîçîra serkirdeyên PKK ê.

YNKê û PKKê wê salê biryar girtibû ku bi hevre li qûntara çîyayê Qendîl cêjna Newrozê pîroz bikin. Endamên komîteya têkilîyên derve yên KCK ê ji bo amadekariyên Newrozê bi rayedarê YNK ê yên deverê re di nav têkiliyê de bûn. Çar saet berî ku wesayîta wan were lêdan ew bi endamên YNK re bi têlefonê axivîbûn. PKK birîndar bûna Riza Altun veşart. Piştî ku PKK ê mirina sê rêveberên xwe û du kesên ligel wan ragihandî, wana gelê deverê bi” xwe firoş û sîxur” tawanbar kir. PKK ê pêwendiyên wan kesên jiyana xwe ji dest dane bi YNK ê re heyî veşart.

Êrîşa li Çîyayê Ezmer

Du şexsên girîng ên PKK ê, Demhat Egîd (Seyîtxan Ayaz) û Cemil Amed (Eser Irmak), endamên Komîteya Têkilîyên Derve yên KCK ê û berpirsiyarê têkilîyên PKK ê bi YNK ê re, di 15 çirî yê li Çiyayê Ezmer ji hêla firokeyên bê pîlot ve hate kuştin. Di bûyerê de, xebatkarê rêxistina PKK ê NLP ê bi birîndarî xilas bû. Çiyayê Ezmer li hindavî Silêmaniyê ye, devereka biçûk a seyahî ye. Seyîtxan Ayaz û kesê bi kod navê Ehmet, karmendê îstixbaratê yê ku birîndarî xelas bûyî, li ser navê PKK ê hemî têkilîyên bi YNK ê re dimeşandin. Seyîtxan Ayaz bi Lahor şêx Cengî û karmendên îstixbarata Zanyarî ya YNK re rojane di nava têkiliyê de bû. Bi vî rengî hedefgirtin di navbera YNK û PKK ê de aloziyek demkî çêkir. YNK ê merasîma her du cenazeyan li navenda Silêmanî qebûl nekir. Ji bo ku karwan bi cenazeyan re neçe, wan cenaze ji nexweşxaneyê revandin û ew birin ser rêya diçe Qendîl ê. Komek biçûk mirov ji gundên Qendîlê beşdarî merasîma cenaze bûn. PKK ê bi tu awayî li ser astengkirina YNK ê ya merasîmê û revandina cenazeya liser medyayê behs nekir. Wan YNK tawanbar nekir. Piştî salekê, di salvegera vê bûyerê de, PKK ê dîsa PDK sûcdar kir û qed behsa YNK ê nekir.

Dîsa Qeladizê, Dîsa YNK û Dîsa Telefon

Di 13 Hezîranê de, balafirên şer ên Tirkiyê li gundê Darişmene ya Qaladize li wesayitek rengê sivîl xistin û di encamê de çar kes hatin kuştin. Hat diyarkirin ku yek ji rêveberên PKK’ê Ûlaş Dogan, bi kod nav Ûlaş Dersim û sê gerîlayên din di wesayîtê de bûne hedef. Ûlaş, endamê Konseya Fermandariya HPG bû, ji Qendîl heya Xaxûrkê serfermandarê giştî yê eyaletê bû, û hate îdîa kirin ku wî pêşengiya hêzên xweparastinê jî dikir. Di wesayîtê de welatîyek sivîl bi navê Bekir Tefiq, xelkê Qeladizê jî jîyana xwe ji dest da. PKKê ev bûyer, heya ku dewleta Tirk ragihand ku wan Ûlaş Dersim gullebaran kirîye, vedişart. Wan hemû kesên ku di bûyerê de jiyana xwe ji dest dane wekî sivîl nîşan dan.

Windahiyên li Qendîlê

Ji xeynî vana, gelek kadroyên rêveber ên PKK ê li Çiyayê Qendîlê bûn hedefa êrîşên hewayî. Gelek rêveberên din, li ser rêkên hatin û çûyîna Ranya, Sengeser û Qeladizê jîyana xwe ji dest dane. Nav û nîşanên wan nehatine ragihandin.

Navên hin ji wan evin

  1. Erdoxan Ûnal, kod Doxan Nûrhak; Doxan Nûrhak di rêveberiya xebata îstixbarata PKK ê NLP de bû, berpirsê yekîneya teknolojîk bû. Di 24 ê Tîrmeha 2019 an de di êrîşek hewayî de jîyana xwe ji dest da.
  2. Abdurrahman Hemo, bi kod navê Dozdar Hemo, bi salan di nava PKK ê û xebatên Rojava de asta herî jor de rêveberî dikir. Kadroyekî salên 1990an bû. Hat îdîa kirin ku Dozadar Hemo, bêyî izna PKK neft firtotîye dewleta Sûrîyê û gendelî kirîye. Li ser vê tawanê ew kişandin Qendîl û li wir bêser û şûn bû. Peyre hete gotin ku di êrîşek hewayî de hatîye kuştin.
  3. Ömer Aydın, bi kod nav Rênas Aydın, berpirsê xebata gumrikên PKK bû, di 2 ê Sibata 2021 de, bi êrîşek hewayî jîyana xwe ji dest da.
  4. Koordînatora giştî ya herêma Qendîlê Ayten Amed (Xalîde Tari) û endamê Konseya Rêvebir a KJK bû. Ayten Amed di 9 ê Adara 2020 an de li Qendîlê hate hedef girtin. PKK hîn jî di derbarê de daxuyaniyek nedaye.
  5. Delal Nûrhak, navê rast Esma Erat endamê PAJK û Konseya Rêvebir ya KJK, di 2019 de li Qendîlê hate armanckirin. PKK hê daxuyanî neda ye.
  6. Dr. Jîyan (salîha Kaytar) endama konseya rêveberiya KCK ê, koordînatora PKKê li Rûsyayê û kadroyeke pir dêrîn bû di 19 tebaxa 2019 de li Qendîl canê xwe ji dest da hê jî PKK çi daxuyanî neda ne.
  7. Hacer Goyî (Nazîfe Bîlen) fermanderekî kevin bû. Di 20 adara 2020 de li Qendîl bû armanca firokên Tirkiyê. Ev ji endamekî jor ya harekata jin a PKK bû.

PKK ê tenê 16 kadroyên xwe yên li deverên di bin desthilata YNK ê de jîyana xwe ji dest dane ragihandîye. Daku şirîkatîya PKKê li gel YNK ne xerab nebe, PKKê ev şehîdên xwe li nedîtinê danîn. Agahîyên xelet û şaş dan gel û malbatên wan û weke her car PDK e û hikumeta Herêma kurdistanê tewanbar kir û dike.

Jêder: darkamazi

Nerîna min :