Kultur

Bila roja îdama Qazî Mihemed bibe roja şehîdên Kurdistanê

Di 66-emîn salvegera îdam kirina Qazî Mihemed de, komek ji hêzên siyasî yên kurdî dixwazin ev roj bibe roja şehîdên Kurdistanê.

Di 29ê adara berî 66 salan de li meydana Çar Çira li bajarê Mehabadê serokkomarê Komara Kurdistan a Mahabadê bi dar ve hat vekirin.

Cîgirê Sekreterê Giştî yê Komeleya Şoreşgerên Kurdistanê, Reza Keebî, ji Rûdawê re diyar kir ku îdam kirina Qazî Mihemed berî 66 salan “nîşana xebat û berxwedana neteweya kurdî bû û yek ji wan helkeftan e ku pêwîst e hemû hêzên siyasî wek rojeke neteweyî lê binerin.”

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê, Mesûd Tek, ji aliyê xwe ve diyar kir ku ji bo her civak û neteweyekê hinek nirxên hevbeş hene wek al û sirûd û roja şehîdan. Tek got: “Ger kurd jî bi hev re van helkeftan zindî bikin, ev yek dibe sedema xurtbûna fikir û hestên neteweyî li seranserê Kurdistanê.”

Tek wiha pê de çû: “Kurdan gelek şehîd li ser riya rizgariya Kurdistanê dane û her roj roja şehîdên Kurdistanê ye, lê ji ber Qazî Mihemed yekem serokkomarê kurd e û Komara Kurdistanê û kesayetiya pêşewa cihê razîbûna hemû kurdan in, lewma roja herî baş bo destnîşankirina roja şehîdên Kurdistanê roja îdama serok Qazî Mihemed e.”

Endamê polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê, Heme Nezîf Qadirî, jî ji Rûdawê re got: “Şanaziyên Komara Kurdistanê û Pêşewa yên hemû partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanê ne û pêwîst e hem kurd di wê rojê de berê xwe bidin rêberekî wek Qazî ku canê xwe bo armancên gelê kurd gorî kir.”  

Back to top button