Polîtîk

Bila rizgarkirina Mûsilê bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê

Derbarê operasyona azadkirina Musilê de serokê PAKê Mustafa Ozçelik daxûyaniyek ragihand. Êzçelik dixwazê hemû kurd di serokatiya Mesud Barzani de li pêşmergeyên Kurdistanê xwedî derkevin û pêşgiriyê bikin. Bila rizgarkirina Mûsilê  bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê Roj roja  yekgirtina hemû Kurdistanîyan e. Roj roja yekgirtina hemû partîyên li başûrê Kurdistanê ne.Roj roja  xwedîlêderketin û piştgirîya pêşmergeyên qehreman û  Serokê  Herêma  Kurdistanê rêzdar Mesûd Barzanî ye. Hêvî  dikin ku rizgar kirina Mûsilê  ji destê DAIŞê, bibe destpêka serxwebûna başûrê Kurdistanê. Dilê  me bi we re ye. Xwedê bi we re be.  16.10.2016Mustafa ÖzçelikSerokê Giştî yê PAKê

Back to top button